Çalakiyên ji bo piştevaniya Efrînê didomin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ji bo piştevaniyan Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, çalakiyên xwe didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ji bo piştevaniyan Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, çalakiyên xwe didomînin.
Çalakiyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê li dijî dagirkeriya Efînê bê navber didomin. Kurdistaniyan li bajarê Saarbruckenê li pêşiya Galeriya Eûropa mîtîngek lidar xistin. Di çalakiya dibin pêşengtiya CIK'ê de Melle Qasim axivî, berxwedana Efrînê silav kir û bang li hemû oldaran kir ku li cem şervanên mirovahiyê cihê xwe bigrin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û çalakî bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Efrînê' bi dawî bû.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê endamên Ciwanên Azad êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê protesto kirin. Ciwanên Kurdistanê li pêşiya Gar de l'Est li hev civiyan û bi pankarta 'Ji Ocalan re azadî' meşiyand. Endamên Ciwanên Azad bi dirûşmeyên 'Bijî Berxwedana Efrînê' , 'Bijî Serok Apo' heya pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê meşiyan. Ciwanên Azad bang li ciwanên Kurd yên li Ewropa dijîn kir ku xwedî li Berxwedana Serdemê ya li Efrînê derbikevin û hertim çalakiyan lidarbixin. Çalakî bi banga tevlîbûna bihêz ya ji bo meşa xwedîderketinê ya li Efrînê seat 13:00'an li qada Repûblîqûe bi dawî bû.