Çalakiyên ji bo Efrînê yên li derveyî welat zêde dibin
Çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan ên li derveyî welat ên ji bo Efrînê zêde dibin. Li gelek bajaran bi deh hezaran kes daketin qadan û berxwedana Efrînê slav kirin.
Çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan ên li derveyî welat ên ji bo Efrînê zêde dibin. Li gelek bajaran bi deh hezaran kes daketin qadan û berxwedana Efrînê slav kirin.
Li Kanada, Skoçya, Fransa, Îltay û Norwêcê bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.
KANADA
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, gelek Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê meşiyan. Meşa ku 1500 kes tevlî bûn ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya The Greater Toronto Kurdîsh Hoûse ve hate organîzekirin. Di meşê de dirûşma "Terorîst Tirkiye" hate qîrîn û gel û şervanên Efrînê hatin slavkirin.
SKOÇYA
Bi heman armancê li bajarê Edînbûrgh ê Skoçyayê çalakî hate lidarxistin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi hezaran belavok hatin belavkirin û dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" hate qîrîn.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê, bi hezaran kes bi qîrîna dirûşma "Dîktator Erdogan" meşiyan. Meşê li meydana Colobîayê dest pê kir û heta ber avahiya Şaredariyê dewam kir. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, hewldana komkujî û dagirkeriyê ya dewleta Tirk û helwesta welatên Ewropayê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan li ber avahiya televîzyona France 3 ji bo 10 deqeyan çalakî pêk anîn û helwesta medya Fransayê şermezar kirin.
NORWÊC
Li bajarê Trondheîm ê Norwêcê meşeke girseyî hate lidarxistin. Nûnerên rêxistin û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn. Her wiha dostên Kurdistaniyan û partiyên siyasî yên Norwêcê jî destek dan. Bi sedan eksên li merydana Torg a Trondheîmê li hev civiyan bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" meşiyan. Çalakgeran destnîşankirin ku heta êrîşên dagirkeriyê biqedin wê çalakiyên xwe bidomînin.
ÎTALYA
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê Kurdistanî û dostên wan duh êvarê li Pîazza Mercanteyê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Bi hezaran kes ber bi meydana Tiyatro ve meşiyan û piştî ku posterên Erdogan şewitandin, dawî li çalakiya xwe anîn.
FRANSA
Li bajarê Toûloûse yê li başûrê Fransayê bi heman armancê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Fransayê piştgirî dan çalakiyê. Meşê ji meydana Capîtolê dest pê kir û piştre mîtîng hate lidarxistin.