Çalakiyên ji bo Efrînê dewam dikin

Çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dikin.

Çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dikin.

STUTTGART: Nobeda ku li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li binê konekî tê girtin, dewam dike. Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Navçeya S-Vaihingenê Rumbert Chrobok li cihê çalakiyê axivî û bi zimanekî tund Erdoğan rexne kir. Chrobok got, "Ya ku Erdoğan niha li Efrînê dike terorîzm e. Li dijî mirovahiyê binpêkirina mafên gerdûnî ye. Li rojava derfetên me Xiristiyanan û hemû baweriyên din hebûn ku em bi rengekî aştiyane bi hev re bijîn. Lê belê bi dorpêçkirina Efrînê re ev hemû ji holê tên rakirin. Lewma bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin gelê sivîl."

'KURD WELATÊ XWE DIPARÊZIN

Aktîvîstê MLPD Stuttgartê Lukas Weissert jî bang li hikumeta Elman kir ku bes bi rejîma Erdoğan re bixebite. Anne Gentner jî destnîşan kir ku ew heyrana şervanên jin ên Tevgera Azadiyê ya Kurd e û got, "Ez qedexeya li ser PKK'ê ti carî qebûl nakim. Her wiha nabe ku YPG weke terorîst bê binavkirin. Ji ber ku ew mirov welatê xwe diparêzin û ji bo azadiyê têdikoşin. Bi taybetî jinên Kurd, tişta ku kesî nekarî bike, kirin. Ji bo azadiya xwe di destekî wan de çek heye, di destê din de jî zarokê wan. Xwedî hêz û îradeyeke ewçend xurt in."

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û destekdayina berxwedana Efrînê danê êvarê çalakiyek hate kirin. Bi sedan kesî wêneyên Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr hildan. Polîsan bi îdîaya ku 'poster qedexe ye' xwestin dest li çalakgeran werdin. Girseya gel nerazîbûn nîşan da û li ser vê yekê polîsan paşve gav avêtin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber navenda Neteweyên Yekbûyî kon hate vedan. Kurdistaniyan wêneyên zarokên Kurd ên li Efrînê bi destê leşker û çeteyên Tirk ve hatin kuştin bi kon ve kirin û dirûşmên "Kujer, terorîst Erdoğan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Bijî piştgiriya enternasyonal" û "Bijî Efrîn", "Bijî YPG/YPJ" qîriyan. Wekî din, li ser barbariya dewleta Tirk gelek belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin. Îro jî saet 13:00 wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kon ji nû ve bê vedan.