Çalakiya xizmên girtiyan ji aliyê polîsan ve hate astengkirin

Çalakiya ku MATUHAY-DER'ê xwest li dijî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan li dar bixîne, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan xwest li ber avahiya xwe ya li Aksarayê daxuyaniyekê bide lê belê polîsên Tirk li pêşiya wan bûn asteng.

POLÎSAN GEF XWARIN

Hevserokê komeleyê Husnu Taş astengiya polîsan şermezar kir û di navbera wî û polîsan de nîqaş derket. Polîsan gef li endamên komeleyê xwarin.

Beşdarên çalakiyê di axaftinên xwe de astengiya polîsan şermezar kirin.