Çalakiya rûniştinê ya HDP’yiyan a li Meclîsê bi dawî bû

Çalakiya rûniştinê ya parlementerên HDP’ê ya ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ya li Meclîsê dabû destpêkirin bi dawî bû.

Parlementerên HDP'ê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakiya parlementeran bi dawî bû.

Parlementerên HDP'î di dema çalakiyê de pêşmalên li ser "Bila Leyla bijî" li xwe kirin û li ber meqama Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop rûniştin. Çalakiya parlementeran 4 saetan dewam kir. Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş serdana çalakiyê kir û qederekê tevî parlementerên HDP'î rûnişt.

HDP'iyan, daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser çalakiya Leyla Guvenê û girtiyên di greva birçîbûnê û xwestin Wezareta Dadê û Meclîs gavina bavêjin.