Çalakiya nobedê ya parlamenteran bi dawî bû

"Nobeda Aştiyê" ku ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re li Meclîsê pêk hat, bi dawî bû.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 91 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo piştgirî ji Guven re bê dayin, doh li Meclîsa Tirkiyeyê "Nobeda Aştiyê" dest pê kiribû. Çalakiya nobedê îro bi dawî bû.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî di nav de gelek parlamenter tevlî çalakiya nobedê bûn. HDP'yiyên wê bi çalakiyên cihêreng daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bixin rojevê.

Pervîn Bûldan got, "Ji bo Leyla Guven bijî, ji bo hevalên me yên li girtîgehan ên di greva birçîbûnê de ne bijîn, me ev çalakî pêk anîn. Em ê teqez aştî, edalet û azadiyê bînin vî welatî. Em pê bawer in ku ev yek jî bi rakirina tecrîdê dibe."