'Çalakiya me wê li dijî tarîtiya faşîzmê bibe ronahî'

Girtî Yûsûf Başaran ê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye got, çalakiya wan wê bibe ronahî li dijî tarîtiya faşîzmê.

Yek ji endamên koma destpêkê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa T hejmara 1 a Kocaeliyê dest bi greva birçîbûnê kir, Yûsûf Başaran e. Başaran ji ANF'ê re nameyek şand û li ser berxwedana li girtîgehê agahî da. Başaran ku bi eslê xwe ji Wanê ye, sala 1993'an li Mersînê ji dayik bû. Di nava malbateke kedkar de mezin bû û hîn di zarokatiya xwe de dest bi kar kir.

Başaran diyar kir, heta ku bê girtin ew dixebitî ji bo alîkariya aborî bide malbata xwe û got, "Piştî ku min hevalên karê ciwanan dikirin nas kir, min jî cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Tevlî çalakiyên qanûnî û demokratîk bûm û me hewl dan dengê xwe bidin bihîstin. Ji ber karê xwe, ji aliyê hêzên sîstemê ve hatim girtin."

Başaran anî ziman, piştî ku hate girtin 17 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û bi domdarî got, "Ji ber nasnameya xwe ya Kurd û daxwaza xwe ya ji bo jiyana azad, li dadgehan hatim darizandin. Di encamê de 17.5 sal ceza li min birîn. Ji sala 2011'an meha Sibatê û vir ve girtî me. Min li zindanê rastiya dinyayê û sîstemê careke din dît. Min zilm û berxwedana li dijî zilmê dît.

Niha em di nava pêvajoyeke berxwedanê de ne. Di nava komên destpêkê yên greva birçîbûnê de cihê xwe digirim. Pirsgirêkên tenduristiyê weke; tansiyon, êşa zik û serî rû dane. Lê belê moral û coşa me di cih de ye. Çalakiya me wê bibe ronahî li dijî tarîtiya faşîzmê. Armanca min ji nivîsandina vê nameyê ew e ku dengê me bigihêje ker, lal û koran."