Çalakiya malbatên girtiyan li Esenyûrtê di roja 9’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyan ên dixwestin li Esenyûrtê bikin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Malbatan ji bo polîsan gotin: “Em ê her rojê li vir bin, çalakiya rûniştinê pêk bînin.”

Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyan a ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdê didomin bikin di roja 9’an de ye. Malbatên li Qada Esenyûrtê hatin ba hev polîsan bi gotina ‘qedexeye, hûn nikarin rûnin’ çalakî asteng kirin. Lê malbatan çalakiya xwe domandin û got: “Em ê her roj li vir bin, çalakiya rûniştinê pêk bînin.”

Polîsên bi wesayîtên qad dorpêç kirin, nerazîbûn nîşanî gotinên welatiyên derdor ên weke ‘Van mirovan çi kirine, çima we dor li wan girtiye, çima rê nadin li vir rûnin? dan. Welatiyên li ser vê yekê nerazîbûn nîşanî polîsan dan jî nasnameyên wan li ber Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin.

Dayika Îsmet Taş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê Hazal Taş nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û got: “Em tên vir 10 deqeyan dirûnin. Ev jî tê astengkirin. Çi bikin, ma zarokên me yên di greva birçîbûnê de ne bimirin? Ma em rê bidin dewlet zarokên me bikujin? Daxwazên zarokên me pêk bînin. Tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin. Êdî bes e!”

Malbatên ku diyarkirin wê sibe jî çalakiya xwe bidomînin, derbasî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê bûn.