Çalakiya malbatan a li Esenyûrtê wê her roj bidome

Malbatên ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên li Esenyûrtê hatine astengkirin, ragihandin ku wê her roj çalakiya xwe bidomînin.

Çalakiya nobedê ya malbatên girtiyan a li navçeya Esenyûrt a Stenbolê ku ji bo piştevanîkirina çalakvanên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 7’an de ye. Malbatên girtiyan li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê hatin ba hev, derbasî qadê bûn. Malbat dema derbasî qadê bûn polîsan ew asteng kirin.

Polîsên ku dor li malbatan girtin gotin: “Her şev vê saetê çi karê we heye”. Malbatan jî anî ziman ku wê çalakî bikin, li ser vê polîsan rê neda û bi darê zorê malbat ji qadê dûr kirin.

Arîfe Yalvaç a zaroka wê di grevê de ye got: “Ev 7 roj in ji bo bidawîkirina tecrîdê li vir çalakî dikin. Em naxwazin tu kes bimirin. Zarokên me di grevê de ne, em nikarin li malê rûnin û xwarin bixwin.” Malbatan anî ziman ku wê sibe jî di heman saetê de çalakiya xwe bidomîni.

Dema axaftina dayikan didoma, polîsa rê neda rojnamevan dîmen bigirin û her kes di ber Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.