Çalakiya li Strasboûrgê ev 49 roj in dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê, ku ji bo heyetek ji CPT biçe Îmraliyê tê lidarxistin, ev 49 roj in dewam dike.

Çalakiya ku 23'ê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan dest pê kir, li gel berf û baranê ev 49 roj in bê navber dewam dike.

Komîteya Amadekar a Çalakiyê biryar da ku di dema rûniştinên Parlamenta Ewropayê yên 12-14'ê Kanûnê çalakiyên girseyî li dar bixe û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku tevlî çalakiyan bibin.

Ji Komîteya Amadekar a Çalakiyê Newroz Serhat ji ajansa me re axivî û got, "Rûniştinên 12-14'ê Kanûnê yên Parlamenta Ewropayê, ji bo guhdarîkirina li daxwazên me girîng in. Kêm maye ku çalakiya me sê mehên xwe tijî bike. Em heta niha gelek caran bi rayedarên CPT, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê re rûniştin. Van saziyan ji bo me mijûl bike û hêrsa me kêm bike, tevdigeriyan. Em êdî dibêjin ku daxuyaniyên heta niha hatine dayin ji bo me ne girîng in û em dixwazin gaveke pratîkî biavêjin. Dewletên Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe yên aborî yên bi T.C'ê re binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn ên li Tirkiyeyê jinedîtî ve tên. Dibin şirîkê tecrîda li ser Rêberê me. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê çalakiya xwe bidomînin."

Serhat bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ji bo tevlî mîtîngan bibin û got, "Roj roja xwedîderketina li Rêberê me ye. Di serî de jin û ciwanên Kurd em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî mîtîngan bibin."