Çalakiya li Strasboûrgê 30 roj li pey xwe hişt

Çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê hatibû destpêkirin mehek li pey xwe hişt.

Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxuyaniyeke hevbaş a li ser navê 63 saziyan ku 23’ê Cotmehê li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) a li Strasboûrgê ji bo ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin , mehek li pey xwe hişt. Kurdên ku tevî şertên giran ên zivistanê jî çalakiyê didomînin, îro li pêşiya CPT’yê mîtîngek girseyî lidar xistin, çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Çalakiya ku bi sedan kest tevlî bû, li gel hildana posterên Ocalan, dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin qîrikriin, bang li saziyên Ewropayê kirin ku erkên xwe bînin cih.

Partiya Azadiyê ya Asûrî-Sûryanî, DÎDF, ADKH, KOMAW, FEDA jî di nav de gelek kesayet û siyasetmedar tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin hatin diyarkirin ku heta ku agahiyek ji Ocalan bigirin wê dawî li çalakiyên xwe neînin.

‘BILA HEYETEK BIÇE ÎMRALIYÊ’

Li vir li ser navê Partiya Azadiya Asûrî-Sûryanî Sebrî Barslîbo axivî û anî ziman ku li Rojhilata Navî aştî wê bi ramana Ocalan pêk were û got: “Îro bi raman û felsefeya Ocalan Rojhilata Navîn azad dibe. Serok Apo ne tenê serokê Kurdan e, serok hemû gelan e. Divê ji bo azadiya em hemû kar bikin. Ji ber ku azadiya Apo azadiya Sûryan- Asûrî û hemû gelên Rojhilata Navîne.” Barslîbo di axaftina xwe de bêdengiya Ewropa jî rexne kir.

‘DIVÊ CPT DEV JÎ VÊ BÊDENGIYA XWE BERDE’

Nûnerê Federasyona Gelan a Demokratîk a Ewropa (ADKH) Mûrat Sezgîn jî anî ziman ku dewleta ku AKP nûnertiya wê dike di tevahî dîrokê de qetlîam li ser gelan kiriye û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk û faşîst Erdogan, li Agir, Zîlan, Dersîm, Nisêbîn û Sûrê bombe li ser gelê me barandin, mirovên me bi çekên kîmyewî qetilkirin. Dewletên Ewropa li gel dewleta faşîst a Tirk cih girt. Îro ev 18 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê kirin. Navê vê tecrîdê faşîzm e.

Weke ADKH, daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin. Divê CPT dev jî bêdengiya xwe berde. Divê dewletên Ewropa li hember pêkanînên li ser 40 milyon Kurd tê kirin bêdeng nemîne.”