Çalakiya grevê ya li NY’yê dom dike: Nebin hevkarên dagirkerî û talanê!

Çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya NY’yê di roja 5’an de dom dike. Çalakvanan wiha gotin: “Em hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji Cizîr û Sûrê dizanin.” Hate diyarkirin divê NY’yê ya li hember qetlamên Tirkiyeyê bêdeng nemîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya nivîskar, rewşenbîr, hevşaredar û parlemterên HDP’ê yên ku ji 55 kesan pêk tê ku li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê dabû destpêkirin dewam dike.Çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya (NY) ya li Cenevreyê roja Duşemê ve destpê kiribû di roja 5’an de dewam dike. Rojane bi sedan Kurdistanî û dostên wan diçin serdana konê li pêşiya avahiya NY’yê hatiye vedan piştgirî dikin.

Çalakvanan li qada NY’yê bi pankartên “Dagirkeriya li Efrînê bi rawestînin”, “NY,NATO, YE bêdeng in, Tirkiye qetil dike”, “Daxwaz dikin ku NY’yê divê li hemberî dewleta Tirk bikeve nava tevgerê” û posterên Rêberê Gelên Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê xemilandinbûn û bê navber dirûşmên “Bêdengî wateya hevkariyê ye” û “ Her der Efrîn e, her der Berxwedan e” qîr kirin.

Çalakvanên greva birçîbûnê ya li NY’yê dom dike, diyar kirin ku divê ji bo Efrînê bi lezgîn bikevin nava tevgerê, her wiha siyasetmedarên ji derdorên cihê jî çûn serdan çalakvanan. Namzeta Parlementoya Parlementoya bajarê Cenevre ya Partiya Lîberal a Redîkal û xebatkara Aktivîsta Mafê Mirovan a di bin sêwana NY’yê de Jeolle Fîss ji bo piştgirî bide serdana çalakvanan kirin.

FÎSS: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIKIN

Fîss bi şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê dest bi axaftinê kir û rexne li bêdeniya li hemberî bûyerên li Efrînê diqewimin kir. Fîs got: “Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike, Efrîn dagir kir. Li wir bi sedan sivîl qetil kir. Em vê qebûl nakin, li dijî vê dagirkeriyê em ê têkoşînê bikin.” Fîss di dawiya axaftina xwe de got: “Bijî Kurdistan”.

TORE: WÊ NEÇAR BIMÎNİN KU EFRÎNÊ TERK BIKIN

Yek ji kadroyên pêşeng yên tevgera çepgir a Tirkiyeyê Tesli Toöre jî serdana çalakgeran kir û axaftinek kir. Töre berxwedên Berxwedana Serdemê silav kir û got ku li Efrînê şerê li dijî hovitî û mirovahiyê tê kirin û wiha got; “Li Efrînê yên serketin berxwedêrên esîl ên Efrînê ne. Hêzên dagirker ên Tirk wê neçar bimînin ku Efrînê terk bikin.”

Li aliyê din çalakgerên greva birçîbûnê Mehmet Goöksungur, Meryem Ekinci, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut, Endamê MYK a Meclîsa Şengal a Derveyi Welat Bedirhan Kahraman armancên xwe ji ANF’ê re nirxandin.

GOKSUNGUR: DIVÊ NY HINCETA HEBÛNA XWE BIBIRBÎNE

Goksungur wiha got:“Em ji bo berpirs û erka hêzên navnetewî, di serî de NY bibîrbînin û nerazîbûn li dijî êîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û nîjadperst li virin. Hebûna NY ku hinceta hebûna wan parastina aşitiyê ye bêdengiya wan ya li dijî komkujiyan nayê qebûlkirin.”

Goksungur got ku hêzên navnetewî û NY teslîmî Erdogan bûne û wiha domand; “Em ji bo dawî li vê hevkariyê bînin li virin û dengê xwe bilind dikin. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin û em ê erka wan bîra van hêzan bîin. Em weke gel em ê li berxwe bidin û yê serbikeve gel e.”

ŞIK: EFRÎN, DEWAMA SÛR Û CIZÎRÊ YE

Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut jî wiha got; “Em ji Sûrê baş dizanin ku dewleta Tirk xwedî bingehekî çawe ya komkujiyane. Em hovitiya dewleta Tirk ji Surê, ji Cizîrê nas dikin û ji bo vê jî em baş dizanin ku dewleta Tirk wê li Efrînê çi bike. Weke şahîdên hovitiyê em ji vir bang li cîhanê dikin; Bêdeng nemînin! Efrîn, dewama Sûr û Cizîrê ye. Efrîn ya Efrîniyan e cîhan divê vêya baş bizane û li gorî wê tevbigere.

Çalakgerê greva birçîbûnê û Endamê Meclîsa Şengal a Derveyî Welat Bedirhan Kahraman jî wiha got; “Kurdên ku ji bo mirovahiyê têkoşîn dikin îro tê hedef kirin lê cîhan li dijî vê bêdenge. Dewleta Tirk Efrînê talan dike, lê cîhan li dijî vê bêdenge. Em li vir daxwaz dikin ku NY û hêzên navnetewî li dijî dewleta Tirk bikeve nava tevgerê. Dewleta Tirk divê demildest hemû hêza xwe ji Efrînê vekişîne.”

EKÎNCÎ: DIVÊ NY’YÊ BIKEVE NAVA TEVGERAN

Meryem Ekîncî got: “Em êdî naxwazin kurd bên qetilkirin bên kuştin. Êdî ji vî şerî re bes e. Jin, zarok jî di nav de bi sedan welatiyên me yên sivîl li Efrînê hatin qetilkirin. Eger erka NY’yê parastina mirovan e, em jî mirov in! Divê NY’yê ji bo Efrînê bikeve nava tevgerê. Em mafê xwe dixwazin.”