Çalakiya greva birçîbûnê ya li Stockholmê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdistaniyên ku roja Duşemê li Stockholmê ji bo şermezarkirin û protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê dabûn destpêkirin bû dawî bû.

Piştî ku hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim roja Pênşemê çû serdana kon û şûnde, çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê xwepêşandanek lidar xistin.

Li vir Hevserokê NCDK Latîf Cebe axivî û bibîr xist ku wê çalakiyên piştgiriya bi Efrînê re bidomînin.

Cebe ji bo 24’ê Adarê Roja Piştgiriya Cîhanê ya bi Efrînê re bang li hemû Kurdistanî, dost û hêzên demokrat kir ku tevlî çalakiya roja Şemiyê bê lidarxistin bibin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Destên yên bi xwîn ji Kurdistanê bikişînin”, “Jin, Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Kujer Erdogan”, “Dewleta Tirk ji Efrînê bi cehenime”, “Bijî YPG/YPJ” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin. Çalakiya ku roja Duşemê destpêkiribû roja Pênçşemê bi encam bû.