Çalakiya Emîne Şenyaşarê ya li Meclîsê berdewam dike
Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar kete roja 10’an.
Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar kete roja 10’an.
Di 14’ê Hezîrana 2018’an de parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Emîne Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û yek jî hate girtin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li Meclisê daye destpêkirin di roja 10’emîn de didome.
Şenyaşar got ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û daxwaza xwe ya edaletê dîsa dubare kir. Şenyaşar bal kişand ser komkujî û pêvajoya piştre û got ku tevî emeliyat bûye jî çalakiya xwe didomîne. Şenyaşar, daxwaza xwe ya hevdîtina bi serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re dubare kir û da zanîn ku heta hevdîtin tê kirin jî dê çalakiya xwe bidomîne.
Şenyaşar, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan û got:: “Zilm li me hate kirin. Zarokên min û hevjînê min qetil kirin. Kurekî min di hucreyê de tê ragirtin. Bila kurê min berdin.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît hate serdana Emîne Şenyaşar.