Çalakiya Dadê ya Malbata Şenyaşar wê sibe jî dom bike
Endamên malbata Şenyaşar ku xizmên wan ji hêla Ibrahîm Halil Yildiz ê AKP'yî ve li Pirsûsê hatin kuştin li ber edliyê di çalakiyê de bûn, wê sibe jî çalakiya xwe bidomînin.
Endamên malbata Şenyaşar ku xizmên wan ji hêla Ibrahîm Halil Yildiz ê AKP'yî ve li Pirsûsê hatin kuştin li ber edliyê di çalakiyê de bûn, wê sibe jî çalakiya xwe bidomînin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dema Hilbijartina Giştî ya 2018'an a 24'ê Hezîranê zêrevanên Wekîlê AKP'yî Ibrahim Halil Yildiz û xizmên wan êrîş birin ser kargeh û nexweşxanê, Hevser û du kurên Emîne Şenyaşar kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza 'dad'ê li ber edliyaya Rihayê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.
Daxwaza hevdîtinê ya têkilî dosyayê ya malbata Şenyaşar ji hêla Serdozgerê Komarê ve nehate qebûlkirin. Hate ragihandin ku ji ber nerehetiya dayik Emîne Şenyaşar ku ji ber edliyeyê veqetiyan, wê sibe jî dubare çalakiya xwe ya rûniştinê bidomîne.