Çalakgerên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ciwanên TCŞ'ê ne

Çalakiya nobedê ya bêdem ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di hefteya 354'an de ji aliyê ciwanên endamên TCŞ'ê ve tê domandin.

Greva birçîbûnê ya gireyî ya bi dorveger, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, îro jinûve dest pê dike.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re" ku 7 sal in li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, didome. Nobedarên hefteya derbasbûyî, endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Naîle Kûrt, Cemîle Aslan, Xane Yildiz û Ayne Yalçin bûn.

Nobedarên vê hefteyê jî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ne.

Bi navê koma TCŞ'ê Ferzad Dîno axivî û diyar kir, ciwanên Kurd wê tecrîdkirina Ocalan ti carî qebûl nekin. Çalakger destnîşan kir, ciwanên Kurd wê xwedî li Rêberê xwe derkevin.

Endamê TCŞ'ê gotina 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' a Ocalan bi bîr xist û destnîşan kir, Ocalan hebûna Kurdan bi dinyayê daye qebûlkirin. Çalakger anî ziman, nêrînên Ocalan ji bo wan talîmat e û got, ew dixwazin dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin.

Endamê TCŞ'ê bal kişand ser kampanya 'Serî Hilde' ya ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê û diyar kir, têkoşîna ciwanên Kurd wê diyarker be.