Çalakgerê greva birçîbûnê Şiyar Xelîl rakirin nexweşxaneyê

Şiyar Xelîl ku ji bo bidawîbûna tecrîdê tevî sê aktîvîstan di greva birçîbûnê de ye rakirin nexweşxaneyê.

Çar aktîvîstên Kurd ên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li sê bajarên Elmanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak hefteya derbasbûyî biryar dan ku çalakiya xwe li paytext Berlînê bidomînin.

Aktîvîstên Kurd li hundirê karavanekê ya li parkeke navbera avahiyên meclîsa federal û serokwezaretiyê çalakiya xwe didomînin. Ji çalakgeran Şiyar Xelîl rewşa wî ya tenduristiyê piştî nîvro giran bû û ji ser hişê xwe çû.

Bang li ambûlansê kirin û ew rakirin nexweşxaneya Chariteyê. Tê gotin ku rewşa Xelîl cidî ye.

Şiyar Xelîl ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 69 roj in di greva birçîbûnê de ye. Xelîl bi rêya ANF'ê bang li hikumeta federal a Elman kiribû.

Xelîl her wiha bang li alîgirên demokrasiyê û mirovahiyê kiribû û gotibû, "Em ji raya giştî dixwazin ku hîn bêhtir bala xwe li ser tecrîdkirina Rêberê me be. Me xwest li paytext Berlînê dengê xwe bêhtir bidin bihîstin. Serketin wê ya me be."