9 kes li Îzmîr û Mûşê hatin binçavkirin

9 kes li Îzmîr û Mûşê hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Mûşê 9 kes hatin binçavkirin.

ÎZMÎR

Li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê di serdegirtinên malan de bi hinceta tevlî çalakiyên piştgiriya Kobanê bûne 8 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê di encama serdegirtinên malan de polîsan bi hinceta ku beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê bûne, 8 kes binçav kirin. Hate hînbûn ku ji welatiyên ku hatin binçavkirin kesekî ji Sûriyeyê ye hate berdan û 7 kes jî li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên sekinandin.

MÛŞ

Li Mûşê ciwanê bi navê Arîf Sezgîn hate binçavkirin.

Li Mûşê ciwanê bi navê Arîf Sezgîn (20) ê bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê bûye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Hate hînbûn ku Sezgîn birine Midûriyeta Polîsan a Mûşê.