8 xwendekar bi 60 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin

Li Edeneyê, 8 xwendekarên beşdarî merasîmên bîranîna xwendekarên ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin û tevlî xwepêşandanên 1'ê Gulanê bûn, bi 60 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Li Edeneyê di sala 2010'an de di serdegirtinên di bin navê Meclîsa Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDGM) pêk hatin de 15 ciwan hatin binçavkirin. Ji ciwanên ku hatin binçavkirin 4 ji wan hatin girtin û 11 ji wan jî bê girtî bin hatin darizandin. Piştî demek şûn ve 4 ciwan jî hatin tehliyekirin û çend roj berê doza ciwanên ku 6 sal in bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" û "Li ser navê rêxistinê sûc kirine" bi encam bû. Heyeta dadgehê bi wesfa sûc 4 ciwanan girt ber çavan, di çarçoveya Pakêta Darazê ya 4. de jî 3 ji wan jî berat kir. 

Ji bersûcan Zeydan, Argin, Cevat Altinkaya, Cengîz Çelîk, Fîdan Kaya, Emre Karakaş, Mehmet Emîn Fasulye, Murat Gurbuz û Mazlum Duran ji ber ku di sala 2010'an de di kampusa zanîngehê de tevlî çalakiyên bîranînê yên Aydin Ertem, Şerzan Kûrt û 1'ê Gulanê bûne di çarçoveya sûcê rêxistinê de bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" ji her yekê re 7,5 cezayê girtîgehê da.