7 sal û 6 meh ceza li Karabûlût a HDP’î hate birîn

Ji bo hevşaredara berê ya HDP’î Yadîşen Karabûlût 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn.

Ji doza hevşaredara berê ya Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Yadîşen Karabûlût jê dihate darezandin bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Kakabûlût a di operasyonên serdegirtinê yên 10’ê Îlona 2019’an de piştî hate destgîrkirin û şûnde bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin, 10’ê Sibatê hatibû berdan.

Piştî îtiraza dozgeriyê û şûnde 13’ê Sibatê Karabûlût a dubare hate destgîrkirin, rûniştina doza wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. Karabûlût a rehîn li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Dîmen û Deng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.

Heyeta dadgehê ji bo Yadîşen Karabûlût bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh ceza lê birî.