7 parêzerên Ocalan serbest hatin berdan
7 parêzerên Ocalan serbest hatin berdan
7 parêzerên Ocalan serbest hatin berdan
7 ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest hatin berdan. Operasyona ku li dijî parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û yek jê rojnamevan, 22 jê parêzer bigiştî 23 kes girtî, di derbarê 50 kesan de doz hatibû vekirin. Îro 5’mîn rûniştina dozê li Saziya Înfaza Ceza a Sîlîvriyê ya li Stenbolê pêkhat.
Di dosya parêzerên KCK’ê ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde dihatin darezandin, Mehmet Denîz Buyuk, Serkan Akbaş, Serwet Demîr, Mehmet Ayata, Şakir Demîr, Mizgîn Irgat û Mensûr Işik hatin berdan.
Rûniştin taloqî 17’ê Îlonê hate kirin.