Şeş girtiyên ku ji Girtîgeha Girtî ya Sîlîvrî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê hatin kirin, li hucreyên bi têlan hatiye girtin û jê re "qefes" tê gotin, hatin bicihkirin.
Girtî bi sê koman li du hucreyan hatin bicihkirin û li dijî vê kiryara li dijî mirovahiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Parêzerên girtiyan diyar kirin ku şeş girtî beriya 20 rojan hatine veguhastin û bi hinceta ku 'li hucreyan cih nîne' li hucreyên 'qefes'ê hatine bicihkirin.
Parêzeran ragihandin, ji ber ku daxwaza girtiyan a derbasbûna li hucreyên normal hatiye redkirin girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtî 15 roj in di greva birçîbûnê de ne û ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re hatiye kirin.