56 kesên li Îzmîr û Stenbolê hatin binçavkirin, hatin berdan
56 kesên li Îzmîr û Stenbolê hatin binçavkirin, hatin berdan
56 kesên li Îzmîr û Stenbolê hatin binçavkirin, hatin berdan
Ji kesên ku di 27’ê Kanûnê de li qada Taksîmê di çalakiya protestoyî ya li dijî nerêtiya hikûmetê de hatin binçavkirin 37 serbest hatin berdan. Li Îzmîrê jî ji kesên ku di 28’ê Kanûnê de komkujiya Roboskiyê protesto kir hatin binçavkirin de 19 kes piştî îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan.
Di çalakiyên ku bi banga ‘Li Stenbolê Piştgiriya Taksîmê’ li dijî nelirêtiya hikûmeta AKP’ê dê li Qada Taksimê bihatiba li darxistin de polîsan destûr nedayê. Di pevçûnên di navbera çalakger û polîsan de nêzî 70 kesan hatibûn binçavkirin.
Di daxuyaniya ku duh ji aliyê Maseya Krîzê ya Baroya Stenbolê ve hat kirin de hat destnîşan kirin ku ji kesên ku hatine binçavkirin tenê navên 37 kes hatine zanîn. Navên ku Baro gihiştinê, şeva yekşemê piştî ku li Emniyetê kar û barên wan temam bûn, bê ku derbikevin pêşberî dozger serbest hatin berdan.
Li Îzmîrê jî di meşa ku ji bo protestokirina komkujiya Roboskiyê ji Qada Basmanê heta Qada Konakê meş pêk hatî de, pişt re koma ku xwestin ku ber bi avahiya walitiyê ve bimeşin di encama destwerdana polîsan de 19 kes hatin binçav kirin. Piştî kar û barên 19 kesan li Muduryeta Bozyakê bi dawî bûn, şewqî Edliyeya Îzmîrê kirin. Piştî ku dozger îfadeyên wan girtin her 19 kes serbest hatin berdan.