500 polîsan êrişê alîgiran kir, bi dehan girtî hene
500 polîsan êrişê alîgiran kir, bi dehan girtî hene
500 polîsan êrişê alîgiran kir, bi dehan girtî hene
Piştî siyasetmedar, rojnamevan, dadger, parêzvanên mafên mirovan, sendikavan, xwendekar û aktivîstên jin şûnde vê carê aligirên futbolê bune hedefa operasyonekî mezin ya polîsan. Polîsan di ‘operasyona holiganîzmê’ de 60 kes binçavkirin.
Li Tirkiyê ku her car futbol bi tundiyê tê bîra mirovan, bi teybet jî piştî buyerên Parqa Gezî, îro li ser aligirên futbolê operasyonek berfireh heye. Li gorî polîsên Stenbolê ev operasyon ji ber bûyerên ku salek û nîv berê li Kadikoyê piştî derbiya Galatasaray-Fenerbahçeyê pêk hatibû û maşîneyek polîsan û îstasyona benzînê hatibû teqandin, pêk hatiye.
Hat ragihandin ku 500 polîs tevlî operasyonê bûne. Di serdegirtinên serê sibehê de di navde serokên komên aligiran jî heyîn 60 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku dibe ev operasyon hîn berfirehtir bibe.
Oparasyona ku hate îdiakirin girêdayî belavkirina bilêtane, hat hînbûn ku ji aligirên sê tîmên mezin yên 12numara.org, Kartalên Deplasmanê, Çarşi, Ultraslan, FenerahCHE di bin çavan dene.