5 kesên ji bîranîna Şêx Seîd hatin darizandin beraat kirin
5 kesên ji bîranîna Şêx Seîd hatin darizandin beraat kirin
5 kesên ji bîranîna Şêx Seîd hatin darizandin beraat kirin
Di doza darizandina 5 endamên komîteya amadekar a bîranîna Şêx Seîd a li Amedê de, ku bi sûcdariya "propaganda rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin, her pênc girtî di rûniştina destpêkê de beraat kirin.
Li Amedê di 28'ê Hezîrana 2013'an de, bi hewldana rêxistinên civakî yên sivîl û hin partiyên siyasî, bi armanca bîranîna Şêx Seîd ê di sala 1925'an de li gel hevalên xwe hat darvekirin, çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de komê wêneyên Seyîd Riza, Qadî Muhemed, Mustafa Barzanî û Şex Seîd li gel yê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hilda bû.
Ji ber hilgirtina pankartên nivîskî yên weke "Doza we doza meye, rêya we rêya me ye" bi hinceta ku "propaganda rêxistinê kirine" der barê wan de doz hatibû vekirin.
Endamê Komîteya amadekar jî di navde der barê 5 kesan de doz hatibû vekirin. Doz li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Rêveberê BDP'ê Şaban Tûran, Serokê Giştiyê DDKD'ê Îmam Taşçire, rêveberê DÎAYDER'ê yê Amedê Suleyman Ekîncî, Serokê navenda KADEP'ê Cuvanroj Ceyhan li gel Cîgirê Serokê Giştî yê OSP'ê Azîz Mahmut Ak û parêzerên berevan jî amadebûn.
Piştî venêrîna nasnameyan bi hinceta di pankartê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan cîhgirtibû hilgirtine, ji ber wê tên darezandin bi tirkî îfade dan. Hemû bersucan diyarkirin ku wan pankarta ku tê qalkirin ne helgirtine, daxwaza beraetê kirin. Piştî parastinê dozgeriyê jî daxwaza beraetê kir. Parêzeran cara dawî parastin kir û beraet xwest. Heyeta dadgehê jî bi îdiaya ku "propagandaya rêxistinê dikin" der barê hemû bersucan de, bi hinceta "Kirina sucê we ne sabîte" biryara beraetê da.