5 kesên berpirsyarên karesata Ermenekê hatin girtin
5 kesên berpirsyarên karesata Ermenekê hatin girtin
5 kesên berpirsyarên karesata Ermenekê hatin girtin
Di lêpirsîna der barê karesata madenê ya li Ermenekê de, xwediyê Kargeha Madenê ya Has Şekerler Saffet Ûyar jî di nav de 5 kes hatin girtin.
Bi sûcdariya "Bi zanebûn rê li ber mirinê vekirine" Xwediyê Kargeha Madenê ya Has Şekerler Saffet Ûyar û rêveberê Kargeha Ermenek Cenne Linyit Komuru Limited Abdullah Ozbey, midûrê birêvebirinê yê heman kagehê Mehmet Zeybek, çavdêrê teknîkê Alî Ûyar û midûrê birêvebirinê ya Kargeha Has Şekerler Madencilik Limited Yavûz Ozsoy, ji ber kareseta madenê ya li Ermenekê hatin girtin. Endezyarên Kargeha Has Şekerler Maden Cemîle Karaca, Nûray Yetîş û pisporê ewlekariya kar Engîn Yetî jî bi biryara kontrola edlî, ji bi awayekî negirtî bên darizandin, hatin berdan.