4 TIR û 13 qamyon alîkarî şandin Rojava
4 TIR û 13 qamyon alîkarî şandin Rojava
4 TIR û 13 qamyon alîkarî şandin Rojava
Di nava 3 Rojan de li Deriyê Sînor yê Kobaniyê 4 TIR û 13 qamyon alîkariya ku ji şîr, xwerina zarokan, pêdiviyên jinan, xurek û zadan pêk dihat şandin bajarê Kobaniyê.
Li navçeya Pîrsusa Rihayê di nava 3 Rojan de li Deriyê Sînor yê Kobaniyê 4 TIR û 13 qamyon alîkariya ji şîr, xwerina zarokan, pêdiviyên jinan, xurek û zadan pêk dihat şandin bajarê Kobaniyê. Şaredariya Pîrsusê erkdarê alîkariyan bû alîkarî ji Aydin, Osmaniye, Êrzirom, Mersîn, Stenbol Sultangazî, Çewlîk Kanîreş û Amed Sur, Rezan, Peyas û Bîsmîl hatin li embarên Çukobîrlîkê hatin valakirin. Piştî lêkolina rayedarên Heyva Sor û polîsan alîkarî li TIR û qamyonan hatin barkirin û roja berê şandin Deriyê Sînor yê Kobaniyê.
Alîkariyên ku di nava 3 rojan de ji 4 TIR û 13 qamyonan pêk hat, radestî şandeya ku ji Kobaniyê hatin kirin. Der barê alîkariyan de Endezyarê Xurekan di heman demê de Xebatkarê Şaredariya Pîrsusê Faruk Tatli diyar kir ku dê hîn gelek alîkariyê radestî şandeyê bikin wê serê hefteya bê jî derman, maşîneyên tendirûstiyê û keresteyên tendirûstiyê radestî şandeyê bikin. Tatli anî ziman ku diwarê alîkariyan de divê herkes bihîstiyar tevbigere û di rojbera cejnê de çi ji destên wan tên bikin alîkariyên xwe bi gîhînin Şaredariya Pirsusê.