4 kes li Edeneyê hatin binçavkirin

4 kes li Edeneyê hatin binçavkirin

Li Edeneyê polîsan di ser gelek malan de girt û 4 kesên bi îdiaya tevlî çalakiyên şermezarkirina Parka Gezî bûn hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku, dibe hejmara kesên tên binçavkirin zêde bibe.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Edene serê sibê di ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de Endamê TOP-G'ê Ahmet Ekîncî, Serkan Nar, Ugurcan Buyuknîsan û Endama SYKP'ê Eser Çapar hatin binçavkirin. Polîsan di ser mala Mîray Ustungor û Selver Dîkkel de jî girtin. Hate hînbûn ku, ji ber Ustungor û Dîkkel li malê nebûn nehatin binçavkirin. 4 kesên bi îdiaya tevlî çalakiyên şermezarkirina Parka Gezî bûn û têkiliya wan bi rêxistina TKP-Kivilcim heye hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

Hate gotin ku, dibe hejmara kesên di çarçoveya operasyonê de tên binçavkirin zêde bibin.