BI DÎMEN

4’ê Nîsanê li Moskowayê hate pîrozkirin

Kurd û dostên wan yên li peytexta Federasyona Rûsya Moskowayê dijîn hatin ba hev û 75’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

4'Ê NÎSANÊ

Pîrozbahiya ku li navenda Mala Kurdan hatibû lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştî deqeya rêzgirtinê, sînevizyonek li ser jiyana Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Piştre Seroka Rêxistina Jinên Kurd a li Rûsyayê Viyan, Tara Qadir û ji Hevserokatiya Meclîsa Gel a Moskowayê, Rafîke Kamil axivîn û behsa wate û girîngîya vê rojê ji bo gelê kurd û hemû gelên cîhanê kirin.

Piştî axaftinan hunermend Beko Lezgîyev, Hunermend Îlîç, Sarê Hacîyeva, Îbo Hacîyev û Koma Zarokên Rojê derketin ser dikê û stran gotin.

Pîrozbahî bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.