34’emîn salvegera PKK’ê li Kophenagê hat pîrozkirin

34’emîn salvegera PKK’ê li Kophenagê hat pîrozkirin

34emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li paytexta Denmarkê Kophenagê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi beşdariya 2 hezar kesî li Şanoya Muzîkê ya Albertslunê pêk hat. Di şevê de tevî Kurdan gelek dostên Kurdan ên Denmarkî jî amade bûn.

Di şahiyê de sînevîzyona Serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan a nirxandina 34emîn salvegera PKKê hate nîşandan. Her yek ji parêzerên 7 welatparêzên Kurd ên ku li Denmarkê hatine girtin Bjorn Elmquist û Sytsette Ve Kruse axaftinek kirin.

Parlementera Partiya Gel a Sosyalîst a Denmarkê Pernille Frahm axaftine kir û bal kişand ser statuya ku NYyê da Filistînê û da zanîn ku êdî dora Kurdan e. Frahn bal kişand ser girtina 7 Kurdên li Denmarkê û diyar kir ku dive Kurd raya giştî bikişînin aliyê xwe.

Her wiha, di bernameya çandê de jî Silbus û Tarî , Sîmar, Koma Dost, Mirxan Amed, Roman Omerî, Newzat Tunç derketin ser dikê û stran gotin. Di şahiyê de bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hatin qêrîn.