33 saziyan bang kirin: Bila hiqûq pêk were, tecrîd bi dawî bibe

33 saziyên li Îzmîrê xebatê dikin li ser biryara 15 girtiyên ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan dest bi rojiya mirinê kirin daxuyanî dan gotin: “Em jiyanê diparêzin, bila hiqûq pêk were û tu kes nemirin.”

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger a bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo bidawîbûna tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, kete qonaxekî nû. 15 girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku 135 roj in di grevê de biryar dan ku dest bi ‘Rojiya Mirinê’ dikin. 33 saziyên di nav de rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, sendîka û partiyên siyasî hene daxuyaniyek hevpar dan.

Têkildarî mijarê nûnerên saziyan li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya bi sernavê ‘Jiyanê diparêzin, bila hiqûq pêk were û tu kes nemirin’ ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD parêzer Zafer Încîn ve hate dayin.

Încîn bal kişand greva birçîbûnê ya koma yekem di roja 135’an de û ji bo daxwaza dawîkirina tecrîdê jî 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anîn. Încîn diyar kir ku di 1’ê Adarê de jî bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn û got: “Greva birçîbûnê ya ji bo bidestxistina mafekê yan jî protestokirina rewşekê hatî destpêkirin, bi mirinê encambûna wê ji bo her kesê êşeke.”

Încîn anî ziman ku ji bo pêkhatina wekhev a hiqûqê, mafê jiyanê yên girtiyan erkê dewletê ye. Ji bo çareserkirina grevên birçîbûnê ya ji bo mafekê bi heq hatî destpêkirin ji bo dewletê ne pir zehemt e. Pêwîst nake ku hiqûqek nû bide amadekirin. Pêkanîna wekhev a hiqûqê û Destûra Bingehîn têrê dike.

Încîn diyar kir ku 15 giriyên ku 5 jê in ku 135 roj bûn di greva birçîbûnê de ragihandin ku ketine çalakiya ‘Rojiya Mirinê’ û got: “Ev jî wê dide nîşandan ku wê di demek nêzîk de xebera mirinan bên. Em bang dikin ku dewlet bi lez bikevin tevgerê.”