ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Hezîrana 2018'an.
Wê çalakiyên têkildarî ewlehî, tendirûsî û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şopandin.
Wê operasyon û bûyerên li Bakûrê Sûriyeyê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê kirin bên şopandin.
Wê pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên HPG’ê yên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin bişopîne.
Di lûtkeya koçberan a li Brûksel a Yekîtiya Ewropa biryara 3 milyar dolar ên din bê dayîna rejîma Erdogan. Biryarên di çarçoveya lihevkirina koçberan de piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê û şûnde bal kişand.
Gerîlayên YJA Star û HPG’ê ku di salvegera 22’yan a şehîdbûnê de çalakvana mezin Zîlan (Zeynep Kinacî) bi bîr anîn, gotin êdî îro bi hezaran kes di rêya Zîlan de dimeşin.
Endamê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên li Qendîlê çalakiya mertalên zindî dodomîne Sîrwan Raperîn, anî ziman ku wê ti demê Qendîl nebe ya dagirkeran.
Qeyûmê talanker ê ji bo Şaredariya BDP’ê ya bajarê Mezin a Wanê hatibû wezîfedarkirin, di bin navê çêkirina rê de, bi hezaran dar rakir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê berhemên dîrokî didizin. Gora Nûrî Dersimî ya Zerata Henê ya Şerawayê bi temamî hate xirakirin.