3 sendîkayên mezin li 158 welatan çalakiyên piştgiriya Gezî pêktînin

3 sendîkayên mezin li 158 welatan çalakiyên piştgiriya Gezî pêktînin

Konfederasyona Sendîkayan a Navnetewî-ITUC, Konfederasyona Sendîkayên Xurekê ya Cîhanê IUL û Konfederasyona Veguhestina Cîhanê IUL ku li seranserê cîhanê ji 170 mîlyonî zêdetir endamê wê hene, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Tirkiyeyê çalakiyan pêk tînin. Çalakî li 158 welatan dê di navbera 21-22’ê hezîranê de pêk were.

LI BER SEFERATXANEYAN DÊ ÇALAKÎ PÊK WERIN

Li gorî plana çalakiyan, li paytextên ku seferatxaneyên mezin yên tirk lê hene, li ber avahiyên seferatxaneyan û li cihên din jî dê çalakî pêk werin.

Rêxistinên kedê yê navnetewî dê şîdeta polîsan û girtinan protesto bikin û her wiha tê xwestin ku kesên di encama şîdeta polîsan de jiyana xwe ji dest dane demildest ji peywirê bên girtin û bên darizandin.

Rêxistinên kedê her wiha daxwaz kirin ku endamên KESK’ê, rojnameger û kesên bê sedem hatine girtin bên berdan û her wiha sansura li ser çapemeniyê bê rakirin.