3 meh derbas bûn, Saziya Tipa Edlî ji bîr kir

3 meh derbas bûn, Saziya Tipa Edlî ji bîr kir

Saziya Tipa Edlî ji bo girtiyên nexweş Hasan Kaçar û Salîh Tûgrûl got, "Bila 3 mehên din li girtîgehê bimînin, emê dûre mûayene bikin û biryarê bidin." 3 meh bihurîn lê ji bo Kaçar û Tûgrûl raporeke nû nehat amadekirin. Kaçar ê rewşa wî xerab bû, rakirin nexweşxaneyê.

Saziya Tipa Edlî (STE) ji bo girtiyên nexweş Hasan Kaçar û Salîh Tûgrûl ku nexweşiya wan giran e got, "Bila 3 mehên din li girtîgehê bimînin, emê dûre mûayene bikin û biryarê bidin." 3 meh bihurîn lê ji bo Kaçar û Tûgrûl raporeke nû nehat amadekirin. Kaçar ê rewşa wî xerab bû, rakirin Fakulteya Tipê ya Çapa ya Zanîngeha Stenbolê.

REWŞA KAÇAR XERABTIR BÛ

Hasan Kaçar ê di sala 1984'an de ji dayik bû, ev 10 sal in di girtîgehê de ye. Kaçar demal i Girtîgeha Tîpa F ya Wanê dihat ragirtin, di sala 2006'an de nexweş ket. Du salan ji îltîhaba rêvî hat dermankirin. Lê belê derket holê ku teşhîs û dermankirin şaş e.,

Kaçar ê timî zehîf dibe, nexweşê ankîlozan spandîlît e. Ankîozan spandîlît, ku nexweşiyeke kronîk a bi êş e, di serî de girde û piştê di movikan de xwe dide der. Bi giranbûna nexweşiyê re hestî bi hev disûte û piştkov dibe. Ji ber vê yekê ev nexweşî zerarê dide rêvî, gurçik, dil û pişikê.

Dermanên ku Kaçar ji bo tedawiyê bikar tînin jî, dikarin rê li ber kansera xwînê vekin. Li kezeb û kîsikê zirav ê girtiyê nexweş, kîst çê bûye. Sîstema bexşandîbûnê ya Kaçar bi temamî têk çûye, ji ber êşên xwe hêdî tevdigere.

BÎRA WÎ NÎNE, NIKARE BIAXIVE

Girtiyekî din ê nexweş ku STE ji bo wî jî got, "Bila hinekî din jî bimîne, emê dûre lê binêrin" Salîh Tûgrûl e. Tûgrûl ê 56 salî hikumxwarê cezayê heta hetayê ye û 16 sal in di girtîgehê de tê ragirtin. Tûgrûl ji Sêrtê birin Girtîgeha Metrîsê, di sala 2007'an de krîza dil derbas kir û beşek ji bedena wî felç e.

Tûgrûl ê di 29'ê Kanûna 2012'an de li girtîgehê ket, hemû refkleks û bîra (hiş) xwe winda kir. Qet nikare biaxive, ji devê wî girêz diherike. Bi tena serê xwe nikare bimeşe, bi alîkariya hevalên xwe dikare gavên biçûk biavêje, pêlikan qet nikare hilkişe. Ber bi paş ve gavekê jî nikare biavêje, dema diavêje jî dikeve. Timî binê xwe şil dike. Koxûşê mîna banyo û tiwaletê dibîne, hewl dide li wê derê banyo û pêdiviya xwe ya tiwaletê bicih bîne.

Saziya Tipa Edlî mîna Hasan Kaçar heman rapor ji bo Salîh Tûgrûl jî amade kir, lê belê di ser raporê re zêdeyî 4 meh derbas bûn. Lê belê, ji bo raporeke nû were amadekirin, heta niha ti gav nehatine avêtin.