3 kes li Esenyurtê hatin binçavkirin

3 kes li Esenyurtê hatin binçavkirin

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê di nav de Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Muhacîr Îlhan jî heye 3 kes hatin binçavkirin.

Yekîneyên polîsan serê sibê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê di ser malên Rojîn û Îbrahîm ên paşnavên wan nehate zanîn de girt û hatin binçavkirin. Rêveberê BDP'ê yê navçeyê Muhacîr Îlhan jî dema li avahiya BPD'ê rojname belav dikir hate binçavkirin. Sedema binçavkirina nehate zanîn. 3 kes birin Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê.

Duh 28 kes li Wanê, 15 li Îdirê, 13 li Mêrsîn û kesek jî li Mûşê hatibû binçavkirin. Îro jî li navçeya Kerborana Mêrdînê 9, li navçeya Gogsiya Erziromê jî 7, li Hezex û Cizîrê 5 kes û li Esenyûrta Stenbolê jî 3 kes hatin binçavkirin ango ji duh ve hêjmara binçavkiriyan giha 81’an.