3 ciwanên Başûrê Kurdistan rastiya şerê Rojava piştrast dike

3 ciwanên Başûrê Kurdistan rastiya şerê Rojava piştrast dike

Li gorî agahiyên bi dest ketine 3 ciwanên xelkê Başûrê Kurdistanê di şerên dawî de ketine destê Yekîneyên Parista Gel(YPG)’ê  û rastiya şerê ku El Qaîde dide meşan tîne ziman.

 Di dema borî de hatîbû ragihandin ,ku ciwanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê çend navendên olî û mizgeftan  ve tên birêxistinkirin û dişînin Sûriyeyê  û tevlî çeteyan û El Nusra dibin, her wiha li dijî gelê Kurd şer dikin.

3 Ciwanên Başûrê  Kurdistanê yên bi navê Mîran Ebdullah, Zerdeşt Elî û Daban Silêman di lêpirsînê de dan diyarkirin ku, ew li ser navê dijî Beşar Esed  şer bikîn, birîn Rojavayê Kurdistanê, lê li bajarê Til Temir rastî şervanên YPG’ê hatin.

ÇETEYÊN EL QAÎDEYÊ ZIMANÊ KURDÎ QEDEXE KIRIN

Ciwan balê dikişînin li ser wê yekê ku, ew komên ku li ser navên Îslamê êriş dikin, li dijî gel şer dikin û di nava du rojên derbazbûyî de jî serê du ciwanên Kurd birîne. Her wiha li mizgeftan bangawazî kirine ku kuştina kurdan, talankirina mal û milkê wan helale. Destdirêjiya li ser jinên Kurd jî helal dikin û van hemûyan ji bi navê biheştê dikin. Vê carê ji zimanê Kurdî li çekdarên Kurd qedexe kirin.

Yek ji wan girtiyan  di de diyarkirin ku, mizgefta bajarê Silêmaniyê ew bi rêxistin kiriye û wiha got. “Li mizgefta Nura bajarê Silêmaniyê ji aliyê  çend kesan û  aliyan ve haitye bi rêxistin kirin û rêkirine Rojavayê Kurdistanê”

Li gorî agahiyên Navenda Nûçeyan ya Stêrk TV wê îro di demjimêr 17.00’an de dîmenên wan kesan wê bê bilav kirin.