250 parêzer ji bo Ocalan ketin nav hewldanan

250 parêzer ji bo ku hevdîtinê bi Ocalan re bikin ketin nav hewldanan. Parêzeran beriya serlêdanê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ji bo ku hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, têkildarî serlêdana wan a ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xistin.

‘TECRÎDA GIRAN Û REJÎMA ÎNFAZÊ’

Parêzera OHP’yî Raziye Tûrgût daxuyaniya çapemeniyê xwend. Tûrgût da zanîn ku 250 parêzer ji bo hevdîtina bi rêzdar Ocalan re amade ne û got, “Tecrîda giran û rejîma înfazê li Girtîgeha Îmraliyê ya li ser rêzdar Ocalan û 3 girtiyên siyasî, her roj zêdetir dibe. Wekî ku tê zanîn ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve destûr nayê dayîn ku rêzdar Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”

Tûrgût got ku, “Ji 1’ê Îlona 2016’an û vir ve ji rêzdar Ocalan, girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî nehatiye stendin. Daxwazên hevdîtinên jî tên astengkirin.”

‘NE ZAGONÎ YE’

Tûrgût diyar kir ku ji ber rewşa awarte hemû mafên têkilî, nivîsandin û hevdîtinê jî heta demeke nediyar hatiye sekinandin û got, “Di tu zagon û biryarnameyan de tuneye ku, girtî nikaribe bi parêzer an jî bi malbata xwe re bicive. Ji ber vê jî ev rewş ne zagonî ye û ne jî hiqûqî ye.”

Tûrgût diyar kir, 'mafê dîtina malbatê', 'mafê dîtina parêzeran', 'mafê agahîgirtinê', 'mafê darizandina adîl û parastinê' jî di navê de hemû mafên xwe yên hiqûqî hatine astengkirin û destnîşan kir ku desteserkirina van mafan nayê qebûlkirin.

'JI ÎMZEYÊN JI BO MANDELA HATINE KOMKIRIN ZÊDETIR E'

Parêzer Ercan Kanar jî got, "Birêz Ocalan yek ji du girtiyên siyasî ye ku li cîhanê tecrîda herî giran li ser wan hate ferzkirin." Kanar diyar kir ku îmzeyên ji bo Ocalan hatine komkirin ji îmzeyên ji bo lîderê siyasî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela hatin komkirin zêdetir e û got, "Li gorî qanûna înfazê, tecrîd sûcekî gelekî giran e. Eger ev sûc li girtiyeke/î siyasî tê kirin, hingî dibe lînca siyasî. Tecrîdkirina Ocalan her wiha tecrîdkirina mirovahiyê ye."

Kanar got, tecrîd êrîşek li dijî hêviya jiyana bi hev re ya gelan e û xwest, dawî li tecrîdê bê anîn.

'BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN'

Seroka Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Divê destûr bê dayîn ku parêzer wî bibînin. Ji bo karibe mafên xwe bi kar bîne, girîng e tecrîd were rakirin. Divê dilê civakê bê rehetkirin, bê li wê derê çi diqewime. Ji bo vê jî lazim e tecrîd were rakirin."