25 ESP’yî veguhestin dadgehê
25 ESP’yî veguhestin dadgehê
25 ESP’yî veguhestin dadgehê
Ji 33 sosyalîstên veguhestin Edliyeya Stenbolê, 25 kes ji wana bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. 8 kes jî serbest berdan.
33 sosyalîstên di çarçoveya operasyona li dijî ESP’ê hatibû binçavkirin û îro veguhestibûn edliyeyê, îfadeyên wan ên li dozgeriyê bidawî bûn.
Dozgeriyê ji 33 kesan bidaxwaza girtinê 25 kes şandin dadgehê, 8 kes jî serbest berdan.
Navê sosyalîstên veguhestine dadgehê wiha ne: Mustefa Dîren Saygili, Elî Heyder Akdenîz, Alp Altinors, Boran Atici, Çîçek Otlu, Dînçer Ergun, Emîrhan Kuş, Emrah Gortaş, Elî Sonmez Kayar, Elî Karaçay, Erdal Demîrhan, Erhan Baybekman, Ersîn Topçu, Goncagul Telek, Gokhan Degirmenci, Hesen Tunç, Huseyîn Şahîn, Kurtuluş Sarikaya, Maksut Toprak, Salih Coşar, Sercan Genç, Ayhan Şafak Şîmşek, Tansu Tek, Tolga Karataş û Umit Yetîk.
Gerînendeyê giştî ê weşana rojnameya Atilimê Sedat Şenoglû, Serkan Gundogdu, Çetîn Mordenîz, Îsmet Yurtsever, Mûrat Can Olmez, Narîn Duru, Ozgur Îsmailogullari û Savaş Başak serbest hatin berdan.
Sosyalîstên serbest hatin berdan bisloganên “Herder Taksîm, herder berxwedan” derketin derve. Yên li derve jî bislogan û çepikan sosyalîst pêşwazî kirin.