25'ê Mijdarê û Şoreşa Rojava
25'ê Mijdarê û Şoreşa Rojava
25'ê Mijdarê û Şoreşa Rojava
Ji bo Tirkiyeya ku her roj 4-5 jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve lê tên kuştin, Şoreşa Rojava di warê rê û rêbazên têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê de, mînakek gelekî girîng e. Li Rojava parastina cewherî û têkoşîna li hemberî zayendîparêziyê weke mafekî destûra bingehînî ji jinan re hatiye naskirin, tundiya li hemberî jinê weke sûcekî li dijî civakê tê dîtin û bi cezayê herî giran tê cezakirin.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZAYENDÎPARÊZIYÊ MAFEKÎ DESTÛRA BINGEHÎNÎ YE
Şoreşa Rojava, tevî ku jiyana jinan ji binî ve guhert, ji bo parastina jinê ji şîdetê mekanîzma afirand, parastina cewherî ya jinê jî weke mafekî destûra bingehînî nas kir. Di xala 28. a Hevpeymana Civakî de, ku destûra bingehîn a Rojava ye tê gotin, "Jin, xwedî parastina cewherî û mafê redkirin û ji holê rakirina her şêwe cihêkariya zayendî ye." Şoreşa ku ji komunan heta meclîsan, heta şaredariyan di hemû sîstemên şoreşê de sîstema hevserokatiyê xist meriyetê, tesmîliyeta jinê di hemû sazî, rêveberî û desteyan de, bi şertê kêmî ji sedî 40 nebe, veguherand hukmekî Hevpeymana Civakî.
BIRYARÊN DESTPÊKÊ YÊN TEV-DEM'Ê
Di nava pîvanên ku TEV-DEM'ê piştî şoreşê ji bo rêkûpêkkirina jiyana civakî weşand de, têkiliyên rê li ber şîdeta zayendî ya li hemberî jinê vedikin hat qedexekirin û ev pîvan di rêzên destpêkê de cih girt. Şoreşê destpêkê zewaca bi gelek jinan re di heman de ku weke pergala 'hewîtiyê' tê zanîn, qedexe kir. Temenê zewacê 18 salî hat diyarkirin û pêşî li zewaca di temenê zarokatiyê de hat girtin. Her wiha hat qedexekirin, ku jinên ciwan eger ne bi dilê wan be bi mêrên ji xwe mezintir neyên zewicandin. Yên ev pîvan binpêkirin, hatin cezakirin.
Şoreş bi van gavên destpêkê re bisînor nema. Li her cihî "malên jinan" hatin avakirin. Malên jinan bûn cihê ku jinan ji bo çareseriya pirsgirêkên li nava malbatê, alîkariya destpêkê jê digire. Dozên der heqê tundiya li hemberî jinê jî, berî biçin ber destê dadgehê hatin malên jinê û lêgerîna li rêyên çareseriyê li van navendan hatin kirin.
MALA PARASTINA JINÊ
Di nava wezaretên piştî ragihandina kantonên Rojava hatin avakirin de, wezareta jinê jî cih girt. Li Kantona Cizîrê li vê wezaretê ji çayger heta ewlekar û şêwirmend hemû xebatkar jin in. Yek ji karê destpêkê yê wezaretê kir jî vekirina 'navenda parastina jinê' bû. Li van navendan, berevajî mînakên wê yên li Tirkiyeyê, jin temenê xwe çi dibe bila bibe, bi zarokên xwe re dikarin li vê navendê bimînin. Li van navendan zarok tê perwerdekirin, jin jî hînî pîşeyekî tê kirin.
TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ SÛCÊ HERÎ GIRAN E
Li Rojava tundiya li hemberî jinê yek ji sûcên herî giran e. Ji ber ku şoreş, tundiya li hemberî jinê weke sûcekî li dijî civakê dibîne. Jina rastî şîdetê hatiye dev ji giliyê xwe berde jî, li gorî qanûnan mêrê şîdet kiriye bi awayekî herî giran tê cezakirin.
ARMANCA TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ ZAYENDÎPARÊZIYÊ YE
Li gel hevpeymana civakî, qanûn û cezayan, di têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê de, şoreş veguherîna civakî weke mijareke bingehîn dibîne. Ji ber vê yekê di akademiyên jinan de jin bi taybetî di mijarên weke "zayendîparêziya civakî", "têkoşîna azadiya jinê" û "hevserê/a azad" de tên perwerdekirin. Ne tenê jin li akademiyên din jî di van mijaran de perwerde ji jin û mêran re tê dayîn.