24'ê Tîrmehê destpêka şerekî nû bû

Ji bo ku Erdogan karibe seroktiya xwe fermî bike, 24’ê Tîrmeha 2015’an şer dabû destpêkirin. Ev şer bi hemû aliyan ve didome.

Di sala 1997’an de dewlet ji bo ku PKK’ê bîne ser marja ‘terora ku dikare were kontrolkirin’ di çarçoveya entegrasyona bi Yekîtiya Ewrûpayê de biryar da ku mafên takekesî werin qebûlkirin. Ligel ku Kurd dewleta wan tune, Ocalan hewl da dewleta Tirk were demokratîzekirin û ev hewldana wî hate îstîsmarkirin jî, gelê Kurd bi gavên bawer ber bi hedefa xwe ve meşiyan. Dewleta Tirk piştî ku di sala 2007’an de ev tişt ferq kir, tevî operasyonên siyasî û leşkerî xwest li ser Ocalan hewldanan bike. Dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, ‘Alayên Tayyîbiyeyê’ ya ku dihat xeyalkirin jî bi ser neket û Rojava li gorî daxwazên gelê Kurd hedefa xwe diyar kir. Di şexsê HDP’ê de hat xwestin ku siyaseta Kurdan ji Kurd û Kurdistanîbûn dûr be û bibe amûreke dewletê jî, bi feraseta gelê Kurd û hişê hevpar, ev hewldan jî têk çû.

Bi operasyonên di salên 1925, 1938, 1971, 1980, 1993, 1997, 2005, 2007, 2012 û 2015’an de jî dihat xwestin ku karakterê sereke yê dewleta Tirk were parastin û zirxa wê were xurtkirin. Erdogan wekî yên beriya xwe aktorekî wisa ye ku dixwaze vî hişê keleporî li civakê were belavkirin. Tekane ferqa wî ev e ku hêrsa wî ya takekesî û ev hiş dibe yek, olparêziyê bi dewletê re entegre bike û sîxuriya Kurdan ji nû ve çalak bike. Xeyalên wî ev bû ku bibe Yavûz Sûltan Selîm û ji xwe re Îdrîsî Bîtlîsî hilbijêre, lê ev xeyalên wî li bîra gelê Kurd ket.

Dewleta Tirk qebûl nake ku PKK di warê navneteweyî de were qebûlkirin, li Rojava statuyeke derveyî wê were avakirin, gelê Kurd tevî gel û çînên bindest li meclîsê were temsîlkirin û bi rengê xwe bimeşe ber bi navenda dewletê ve. Koalîsyona nîjadperest û olparêz jî li ser vê fikrê ye. Şirîkê wan ê nîjadperest ji bo ku paradîgmaya tekparêz û nîjadperest neyê nermkirin û dewlet were xurtkirin, vê projeya şirîkê xwe yê olparêz qebûl kir. Hedef ev e ku gelê Kurdistanê teslîm bigire. Dewleta Tirk hemû derfetên xwe seferber kir û hewl dide vî tiştî bike. Dema ku mirov li hûrgiliyên li dîrokên jor dinihêre, tê dîtin ku ligel barbariyek mezin îtîraz jî mezin bû.

Em niha bala xwe bidin 24’ê Tîrmeha 2015’an ya ku dewleta Tirk şerekî nû dabû destpêkirin.

Pêvajoya diyalogê ya ku di sala 2013’an de şênber bû û bi Deklarasyona Newrozê dest pê kir, bi qasî 2 salan domiya. Di 28’ê Sibata 2015’an de Mûtabakata Dolmabahçeyê ya ku Îmraliyê û heyeta dewletê bi hev re amade kiribûn, hate eşkerekirin. Piştre ev hewldan ji aliyê Serokkomar Tayyip Erdogan û hikumetê hate înkarkirin û maseya çareseriyê hate hilweşandin. Di 5’ê Nîsana 2015’an de Ocalan ji heyeta HDP’ê re gotibû ‘Dibe ku ev hatina we ya dawîn be, dibe ku hûn careke din neyên vê derê. Ev kesên li hemberî ji bo domandina diyalogê ne cîddî ne. “ Ev ne hişyariya pêşîn a Ocalan bû. Ocalan beriya daxuyaniya eşkerekirina metna mûtabakatê, di hevdîtina 27’ê Sibatê de gotibû ku, “AKP heke bixwaze otorîter bibe, ew ê têk biçe. Heke bibêje peyman tune, çareserî tune, aştî tune û faşîzmê ferz bike, ew ê şer dest pê bike.” Di heman hevdîtinan de her dem digot, “Heke demokratîkbûn dest pê neke ew ê mekanîka darbeyê têkeve meriyetê”. Ev hişyariyên Ocalan yek bi yek pêk hatin.

PLANA RÛXANDINÊ

Dewleta Tirk dema ku vê pêvajoya diyalogê dida domandin, derket holê ku di Îlona 2014’an de bi plan û sîmulasyoneke nû xwe ji şer re amade kiriye.

Di Îlona 2014’an de ji aliyê Musteşariya Pergal û Ewlehiya Giştî ‘Plana Rûxandinê’ hate amadekirin. Vê plana musteşariyê pêşkêşî Serokatiya Artêşê ya Giştî hate kirin. Daîreya Planên Stratejîk a Artêşa Giştî û Gerînendetiya Şaxa Stratejiyê hûrgiliyên vê plansaziyê hate kirin. Plana ku ji 42-43 rûpelan pêk dihat bi îbareya ‘nepen’ pêşkêşî hikumeta AKP’ê hate kirin. Plan ji aliyê AKP’ê ve hate erêkirin.

*Li gorî planê ew ê tîmên taybet û leşkerên ku perwerdehiyeke taybet stendine û hêzên Artêşê ew ê operasyonan li tax û cihan bikin.

*Navenda fermandariya êrîşan ew ê Fermandariyên Jendirmeyan ên Bajaran bin. Di rewşên pêwist de ew ê balefirên şer werin bikaranîn.

*Li cihên ku dora wan hatiye pêçandin, ew ê qadên jiyanê werin texrîbkirin û şertên vegerê yên hemwelatiyan ew ê ji holê were rakirin.

*Îmhakirin, girtin û valakirinên girseyî ew ê werin kirin.

*Televîzyonên wekî Med Nûçe, Stêrk Tv, Ronahî, Newroz, ÎMC û Ozgur Gun Tv û rojnameya Ozgur Gundem û weşanên din ew ê werin bêdengkirin.

*Nexweşxane û yekîneyên tendirustiyê ew ê her dem amade bin.

*Ji bo birîndaran ew ê balefir û helîkopter li cihên ewle werin bicihkirin.

*Ew ê were qedexekirin ku walî, qaymakam û leşkerên payebilind bi parlementerên HDP’ê re hevdîtinê bikin.

*Tank û wesayîtên zirxî ew ê li cihên guncav werin sekinandin.

*Ketin û derketinên herêmên operasyonê ew ê werin girtin.

*Xebatên şîrketên elektrîk, av û gazê ew ê bi fermanan were kirin.

*Ew ê karên yekeyên rêveberiyên herêmî dewrî Waliyan were kirin.

*Di planê de tê diyarkirin ew ê nêzî 15 hezar kes werin kuştin, 8 hezar kes ew ê birîndar bibin, 5-7 hezar kes ew ê werin girtin û 300 hezar kes jî ew ê koç bikin.

*Ji bo pêkanîna planê ew ê rayedarên leşkerî werin peywirdarkirin ên ku berê di nav JÎTEM û Ergenekonê de li herêmê peywir stendine.

*Ew ê xebatkarên raya giştî yên sivîl, ji herêman werin derxistin.

*Ew ê avahiyên saziyên fermî teslîmî hêzên operasyonê were kirin.

*Operasyonên hewayî yên li dijî Qendîlê ew ê bênavber were domandin.

*Heke rêxistin agirbesta yekalî îlan bike jî ew ê plan were domandin.

DI COTMEHÊ DE CIVÎNA DESTEYA EWLEHIYÊ YA MÎLLÎ

Di civîna Desteya Ewlehiyê ya Mîllî (MGK) ya meha Cotmehê de ‘Plana Rûxandinê’ hate qebûlkirin. Ev civîn 10 saetan domiya. Piştî civînê daxuyanî hate dayîn û ev tişt hate gotin, “Pêvajoya çareseriyê ya di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de hatiye nirxandin û li hemberî bûyerên provokatîf, ji bo parastina pergala raya giştî û ewlehiya wê biryar hatiye dayîn. Mijarên din di encamnameyê de hatin bicihkirin. Lê di vê civînê de ligel ku pêvajoya diyalogê didomiya, rewş gav bi gav ber bi şer ve çû. Ji ber ku biryara şer hatibû dayîn. Hevserokê HDP’ê yê wê demê Selahattîn Demîrtaş ê ku niha di Girtîgeha Edîrneyê de ye di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameger Hayrî Demîr de diyar dikir ku, di civîna MGK’ê ya di Cotmeha 2014’an de biryar hatiye dayîn ku pêvajoya çareseriyê were qedandin û operasyoneke tasfiyeyê ya berfireh were destpêkirin. Diyar dikir ku AKP’ê biryara şer beriya Dolmabahçeyê daye û li benda firsendê bûye. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî têkildarî destpêkirina şer diyar kiribû ku, şerê ku ji bo Erdogan û AKP li ser textê desthilatdariyê bimînin di 30’ê Cotmeha 2014’an de biryara wê di civîna MGK’ê de hatiye dayîn.

BERIYA MGK’Ê ÇI PÊK HATIBÛ?

Dewleta Tirk bi israr dixwest ku dev ji çekan were berdan û polîtikaya Rojava û Sûriyeyê li ser xeta wê be. Berxwedana Geziyê hatiye derbaskirin, operasyona pêşîn a Koma Fethûllah Gulen pûç hatibû derxistin. Diyalog didomiya, Hevserokê PYD’ê û HDP bi hev re hevdîtinê dikin, ji xeynî heyeta HDP’ê Musteşarê MÎT’ê û koma wî jî tevlî hevdîtinên li Îmraliyê dibû.

Dewletê jî îtîrazî deklarasyona Ocalan nedikir a ku ew ê di Newroza Amedê de bihata parvekirin. Ocalan di vê deklarasyonê de bal dikişand ser xalên hevpar ên gelan û diyar dikir ku çareseriya demokratîk û aştî mumkun e. Ocalan digot, “Dema ku me li ber xwe da jî em netirsiyan û di aştiyê de jî em ê netirsin.” Ocalan hewl dida bi demokrasiyeke tam û radîkal gav werin avêtin.

Piştî Newrozê di 30’ê Adara 2014’an d hilbijartinên herêmî hatibûn lidarxistin û DBP’ê dengekî zêde wergirtibû. DBP’ê di vê hilbijartinê de 103 şaredarî bi dest xistibû. Vê tabloyê dewlet aciz kir.

Çêkirina qereqol û qaleqolan hate lezandin. Di protestoyên qalekolên Licê de du kes hatin qetilkirin.

Di 26’ê Nîsanê de zagonek MÎT’ê hate guherandin û hevdîtinên li Îmraliyê li aliyê MÎT’ê ve di warê zagonî de hatin parastin û di 10’ê Tîrmehê de hikumetê bi zagoneke din xwe xist garantiyê.

Erdogan hilbijartina di 10’ê Tebaxê ya Serokkomariyê bi rêjeya 52 ji sedî di tûra yekemîn de bi dest xist û Wezîrê Karê Derve Ahmet Davûtoglû di 27-28’ê Tebaxê de kir Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokwezîr.

Piştî wê di 3’ê Îlonê de musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan çû Îmraliyê bi Ocalan re civiya. Heyeta HDP’ê jî piştî hevdîtinê çûn Qendîlê qala rewşa nû kirin.

Davûtoglû di 10’ê Îlonê de bi heyeta HDP’ê re axivî û bi awayekî din got ku bila PKK hemû çalakiyên xwe bide sekinandin. Piştî hefteyekê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin. Di 2’ê Cotmehê de ji bo ku şer derbasî Rojava bibe tezkere ji meclîsê hate derbaskirin. Ligel hemû hewldanan dewleta Tirk bi destê Kurdan negirt û bi gef û heqaretan li bendê ma ku Kobanê bikeve. Lê di 6-7-8’ê Cotmehê de Kurdên li Bakur ji bo piştgiriya Kobanê dewleta Tirk protesto kirin. Hêzên dewletê û yên paramîlîter ên di bin banê wê de bi dehan kes qetil kir. Ji her derê ciwanan berê xwe dan Kobanê û şervanên YPG’ê li ber xwe dan.

Serokwezîr Davûtoglû di 19’ê Cotmehê de bi ‘Heyeta Mirovên Akîl’ re civiya û di heman rojê de musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Îmraliyê bi Ocalan re civiya. Gef û şantaj domiya.

YPG’ê ligel hemû dijwariyan li ber xwe da û DYA ya ku xwest li dijî DAÎŞ’ê şer bide destpêkirin di 20’ê Cotmehê de ji hewayê alîkarî şand ji şervanên li Kobanê û bi vê gavê re atmosfera şer guherî.

Di vê pêvajoyê de civîna MGK’ê di 30’ê Cotmehê de hate kirin.

PÊVAJOYA MÛTABAKATA DOLMABAHÇEYÊ

Ocalan ji bo ku biryara şer a MGK’ê ya di 30’ê Cotmehê de pûç derxîne û demokratîkbûnê têxe rojevê, di Mijdara 2014’an de Pêşnûmaya Muzakereya Demokratîk pêşkêş kir û ji bo mûtabakata li derdora wê hewl da. Lê hikumetê dixwest PKK ji vekişandina li Bakur wêdetir, çekan deyne. Dewletê di heman demê de dixwest Pakêta Ewlehiya Navxweyî ji meclîsê derbas bike. Demîrtaş diyar kir ku Ocalan ji bo devjêberdana çekan 10 xal diyar kirine û got, “Ocalan banga devjêberdana çekan a bi şert kir.’ Ji bo vê banga Ocalan, Qendîl û Îmraliyê li hev kirine. Ji bo devjêberdana çekan 10 xal pêk nehatin û ji bo garantiya van 10 xalan biryar hate dayîn ku ev xal di civîneke bi hikumetê re were xwendin. Li Qesra Dolmabahçeyê Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala, Serokwekîlê Koma AKP’ê Mahîr Unal, alîkarê serokê MÎT’ê û Musteşarê Ewlehiya Raya Giştî Mûhammed Dervîşoglû, li ser navê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken jî di nav de civînek hate lidarxistin. Li ser navê HDP’ê Sirri Sureyya Onder û li ser navê hikumetê jî Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan metn xwendin.

DEMÎRTAŞ QALA PÊKNEHATINA WÊ DIKE

Demîrtaş di hevpeyvînekê de ya bi rojnameger Hayrî Demîr re digot ku, “Di hevdîtinên Enqere û Qendîlê de û di hevdîtinên Mûtabakata Dolmabahçeyê de derket holê ku Erdogan û AKP vî tiştî ji xwe re wekî gef dibînin û ji bo hedefên xwe yên takekesî redkirina vê pêvajoyê hate destpêkirin. Divê ev tişt neyê jibîrkirin, di pêvajoya çareseriyê de bendewariyên herdu aliyan ne li gorî hev e û piştî Mûtabakata Dolmabahçeyê tê dîtin ku bendewariya Erdogan li dijî ya gel bû. Prensîbên bingehîn ên Mûtabakata Dolmabahçeyê hebû. Sererastkirineke zagonî hebû ya ku ew ê mafên nasname û bîr û baweriyê û yê jinan ew ê were garantîkirin û biryara kombûna kongreya PKK’ê hebû ya ku ew ê dev ji çekê berdan. Ev lihevkirinek bû. AKP’ê ev tişt red dikir û aliyan li ser vî tiştî li hev kiribûn. Heyeta dewletê ev tişt biribû ji AKP’ê re. Serokkomar li vê metnê nihêrîbû. Di heman demê de rêveberiya Qendîlê jî li vê metnê nihêrîbû. Hemû aliyan fikra xwe diyar kiribûn û metneke hevpar derketibû holê. Lê piştre ji aliyê Erdogan ve hate redkirin. Erdogan û koma wî ev tişt dîtin, heke li gorî vê mûtabakatê gav werin avêtin ew ê dewleta Tirk a tekparêz demokratîk bibe. Ew ê soza çêkirina destûra bingehîn a sivîl ji civakê re were dayîn û di vê destûra bingehîn de ew ê pêkanîna maf û azadiyên bingehîn werin bicihanîn. Beriya hilbijartinê divê ev tişt jî deklare bikira. Heke Erdogan ev tişt deklare bikira û diyar bikira ku ‘em ê van 10 xalan bi cih bînin’, divê kampanyaya xwe ya hilbijartinê jî li gorî vî tiştî bikira. Lê ev rewş ne li gorî îdeolojî û planên Erdogan bû. Ji ber ku di wan salan de Erdogan amadekariya pergala yekzilamiyê dikir a ku pergala dîktatoriyê bû. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dixwest vê xeyala xwe pêk bîne. Heke Erdogan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de xwedî li Mûtabakata Dolmabahçeyê derketa, divê dev ji hemû hedefên xwe berda. Ev tişt tercîh nekir û hat qonaxa biryardayînê. Bi nêziktêdayîna ‘Mûtabakata Dolmabahçeyê şaş bû, kêşeya Kurdan tune, muzakere qediya û maseya çareseriyê jî tune’ dest bi kampanyaya hilbijartina 7’ê Hezîranê kir.

OCALAN DÎSA BANG KIR

HDP a ku biryar da di 17’ê Adarê de wekî partî têkeve hilbijartinan, diyar kir ku li gorî wan pergala seroktiyê ya Erdogan ne demokratîk e û îtîraza xwe bi awayekî şênber diyar kir. Erdogan di 20’ê Adarê de diyar kir ku ew bi erênî li Komîteya Şopandinê nanihêre. Ocalan di 21’ê Adarê de li Amedê bal kişand ser Mûtabakata Dolmabahçeyê û careke din bang kir. Ocalan got ku, “Li gorî deklarasyonê bi pêkhatina mûtabakatê re, li gorî min PKK heke kongreyekê li dar bixe û dev ji şerê çekdarî yê çil salan berde û ji bo diyarkirina stratejî û taktîkên siyasî û civakî yên li gorî giyanê demê tevbigere, ew ê ev tişt dîrokî be. Hêvîdar im piştî mûtabakatê demeke kurt, endamên parlementoyê û Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê ew ê vî tiştî binirxînin û ew ê rewşa pratîk a kongreyê bibînin. Bi vê kongreyê re ew ê demeke nû were destpêkirin.”

Serokwezîr Erdogan dotira rojê dema ji Ûkraynayê vedigeriya di balefirê de diyar kir ku li gorî wî Mûtabakata Dolmabahçeyê ne rast e. Erdogan got ku, “Hûn bala xwe bidinê, du metn hatin xwendin. Metna ku wan xwend û ya Yalçin Akdogan xwend, ne wekî hev e. Li gorî min civîna li wê derê jî ne rast e. Li gorî min ne rast e ku alîkarê Serokwezîr û koma ku di parlementoyê de werin ba hev. Wekî berê, heke pêwistiyek hebe,ew ê hevalên me bi wan re bicive û daxuyanî bida. Lê wekî di wê civînê de bi awayê ku derkevin pêşberî medyayê, du metn nedihatin deklarekirin. Tiştekî wisa qet pêk nehatiye. Li gorî min ev ne rast e. Heke em werin ser wan 10 xalan, di wî metnî de banga demokrasiyê tune. Li ser navê demokrasiyê ez ê ku dera vê metnê qebûl bikim? Xalên di wir de, tu eleqeya xwe bi demokrasiyê tune. Her carê daxwazeke nû tê kirin. Piştî alîkarê serokwezîr daxuyaniyek da. Li dijî ya wan. Xalên wekî hev tune. Ew çax di civînê de qala çi kirin? Ma gelo em dikarin ji vî tiştî re bibêjin, ev deklarasyoneke hevpar e? Tiştekî wisa heye?”

HILBIJARTINÊN 7’Ê HEZÎRANÊ

Li gorî Demîrtaş dema ku Erdogan dît pêvajo ew ê ne li gorî wî be, pêvajo qedand. Bi taybetî di pêvajoya hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, Erdogan dît ku heke HDP bendê derbas bike, ew ê guherîna destûra bingehîn nikaribe pêk bîne. Ji ber vê jî Erdogan bala xwe da ser vî tiştî ku bila HDP di binê bendê de bimîne. Beriya wê jî gelek provokasyon hatin kirin. Hewldana provokasyona yekemîn a ku pêvajoya aştiyê û agirbestê dikare bi dawî bike, li Diyadina Agiriyê hate kirin. Bihistyariya gelê sivîl û dîmenên kamera û fotografan ew provokasyon pûç derxist. Mirovên li wê derê bi destên xwe leşkerên birîndar ji wê derê derxistin û hewldana provokasyona AKP’ê pûç kirin. Di pêvajoya hilbijartina 7’ê Hezîranê de li 120 cihan êrîşî HDP’ê hate kirin. Di wê hilbijartinê de HDP’ê 13 ji sedî deng stend û 80 parlementer şand meclîsê. AKP 41 ji sedî deng stend û tena serê xwe nebû desthilatdar. AKP’ê tehamulî vê rewşê nekir, hilbijartin tune hesiband û biryara hilbijartineke pêşwext da.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku AKP di hilbijartina 7’ê Hezîranê de têk çûye û Kurd, Elewî, sosyalîst di serî de nûnerên demokratên çepgir, Siryan, Êzidî, Ereb, Ermen ketin meclîsê. KCK’ê di daxuyaniya xwe de digot ku, “Meclîsa ku Neteweya Demokratîk lê hatiye pêkanîn,ango temsîlkirina hemû aliyên civakî, tê wateya ku ew ê hemû kêşe li ser bingeha demokratîk were çareserkirin. Nûnerên HDP’ê yên di meclîsê de 40 ji sedê wê jin in. Bi têkçûna AKP’ê ya ku feraseta wê ya otorîter heye, barekî giran ê li ser gelan hatiye rakirin û arambûna Tirkiyeyê hatiye pêkanîn. Kêfxweşiya jiyana bi hev re ya di nav aramiyê de, di nav hemû beşên civakî hatiye jiyîn. Ligel ku tabloyeke wisa erênî derketiye holê, Erdogan û Bahçelî hê li ser avakirina hikumetê tu hevdîtin nekirine û qala hilbijartina pêşwext dikin. Têketina HDP’ê ya meclîsê qebûl nekirine û ji roja pêşîn ve li dijî HDP’ê kampanyayeke qirêj dane destpêkirin.”

ERDOGAN GEF LI ROJAVA XWAR

Serokkomar Erdogan di 26’ê Hezîranê de daxuyanî da û got, “Ez bang li hemû cîhanê dikim. Berdêla wê çi dibe, bila bibe, em ê destûrê nedin ku li Bakurê Sûriyeyê û li Başûrê Tirkiyeyê dewletek were avakirin.” Di 30’ê Hezîranê de li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê piştî demeke dirêj êrîşên hewayî hatin lidarxistin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku êdî agirbest jî tu wateya wê nemaye

LI PIRSÛSÊ QETLÎAM HATE KIRIN

Bi pêvajoya giran re, operasyonên leşkerî, operasyonên qirkirina siyasî hate destpêkirin. Di 20’ê Tîrmehê de 33 ciwan li Pirsûsê hatin qetilkirin. Dema ku ciwanên SDGF xwestin biçin alîkariya zarokên li Kobanê, endamekî DAÎŞ’ê xwe teqand û 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

HINCETA LI SERÊKANIYÊ

Di 22’ê Tîrmehê de li Serêkaniyê polîsên bi navê Feyyaz Yûmûşak û Okan Acar ber destê sibehê hatin kuştin. Li gorî Demîrtaş AKP ji bo ku hincetê ava bike, bûyera înfazê ya li Serêkaniyê ji xwe re bi kar anî. Demîrtaş digot ku, “Derket holê, kesên ku dozger ew destgîr kirin, tu eleqeya wan bi înfaza li Serêkaniyê tune. Hate îspatkirin ku ev kes wê rojê ne li Serêkaniyê ne. Li Navenda me ya Giştî civînek hate lidarxistin û Davûtoglû jî tevlî wê civînê bû. Davotoglû got ku, ‘Di destê me de agahî hene ku PKK’ê çek li 80 hezar kesî belav kiriye’ Min jî got ku, dibe ku ev agahî di destê we de hebe, lê em nikarin hîn jî bibin. Davûtoglû got ku, ‘Em ê yeko yeko li malan bigerin û em ê wan çekan berhev bikin’ Wê demê hê nîqaşa xendeq û barîkatan tunebû. Me jî got ku, ‘Heke hûn li nava bajaran ji bo komkirina çekan operasyonê bikin, ev tişt ew ê bibe karesat. Werin em di pêvajoya çareseriyê ji cihê ku em mabûn, em bidomînin. Em kesên çekdar qanih bikin ku bila dev ji çekan berdin.” Me diyar kir ku em HDP ji pêvajoya aştiyê re amade ne. Davûtoglû jî got ku, ‘Na, hûn ê bibînin ku em ê malan yeko yeko paqij bikin. Berdêla wê çi dibe, bila bibe em ê van operasyonan pêk bînin. Hewl didan xendeq, barîkata û bûyera li Serêkaniyê bikin hincet. Ji zû ve biryarek dabûn. Gav bi gav polîtîkaya şer a giran xistin meriytetê. Wan ev tişt dîtin, bi diyalog û muzakereyan li ser navê seroktiyê nikarin dîktatoriyekê pêk bînin.”

DI 24’Ê TÎRMEHÊ DE DÎSA ŞER

Artêşa Tirk di 24’ê Tîrmehê de li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşke hewayî da destpêkirin. Bi dehan balefir tevlî vê êrîşê bûn. KCK’ê piştî bomberdûmanê got ku, “24’ê Tîrmehê ew ê wekî şaşiya AKP û Erdogan a herî mezin têkeve dîrokê.” Şerê ku wê rojê dest pê kir, li gorî Biryara Rûxandinê ya MGK’ê ya di Cotmeha 2014’an de didome. 12 bajarên Kurdan hatin rûxandin, bi sedan kes hatin qetilkirin. Operasyonên qirkirina siyasî hatin lidarxistin û êrîşên îmhakirina leşkerî hatin kirin. Şaredariyên Kurdan hatin xespkirin û şaredar hatin girtin. Li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê şer hate destpêkirin, bajar hatin dagirkirin. Pêkhateyên olparêz û nîjadperest ên dewletê bi pêşengiya Erdogan bûn yek. Erdogan di 9’ê Tîrmehê de seroktiya xwe fermî kir. Pêvajoya şer a ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de hate destpêkirin, sê sal li pişt xwe hişt û bi hemû dijwariya xwe didome. Berxwedana Kurdan û hêzên demokrasiyê jî geştir dibe.