20 saet kelepçe û odeyên weke lexemê!
Parlamenterê HDP’ê Olûç, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Antalya anî Meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê Olûç, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Antalya anî Meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê yê Antalya Sarûhan Olûç, binpêkirinên mafan ên giran ên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa L a Antalya ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû pirsî.
Olûç di pêşnûmepirsê de got, “Şîdeta li Girtîgeha Tîpa L a Antalya gihiştiye asta fikaran.”
'DER BARÊ KESÊN FERMAN DANE DE LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN?'
Parlamenterê HDP’ê Olûç, xwest Serokwezîr Davûtoglû bersiva van pirsan bide:
"Roja 27.08.2015 li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa L a Antalya di koxuşên E-10, C-1, F-2 de nêzî 40 gardiyanan ku êrîşî girtî û hikûmxwaran kirine, têkildarî vê mijarê agahiya we heye?
Kê fêrmana lêdana girtî û hikûmxwarên li Girtîgeha Sergirtî Tîpa L a Antalya daye? Der barê kesên ev ferman dane de lêpirsîn hatiye vekirin?
Hûn difikirin der barê van gardiyanên ku girtî û hikûmxwarên li Girtîgeha Sergirtî Tîpa L a Antalya de dimînın derb kirine, şîdeta fizîkî û derûnî pêk anîne, mafê herî bingehîn ê însanî binpê kirine, ev pêkanînên derveyî peymanên navneteweyî kirine lêpirsînekê bikin û berpirsyar bên cezakirin?
Agahiya we heye ku dema girtî ji Rihayê sewqî Girtîgeha Sergirtî Tîpa L a Antalya hatine kirin bi awayekî derveyî mafê mirovan 20 saetan destê wan girtî û bi xwarineke kêm rêwîtî kirine? Hûn difikirin têkildarî vê rewşa îxlala mafê mirovan mufetîş wezîfedar bikin û der heqê berpirsyaran de ya pêwîst bikin?
Mehkûmên ji ber pêkutiyên xerab ên li hember wan tenduristiya wan xera bûye sewqî nexweşaneyê hatine kirin? Eger nehatibin sewqkirin sedema wê çi ye?
Li gor biryara DMME ji ber pêkanînên îşkenceyê yan jî zordariyê, sûcên binpêkirina rûmetê, hûn difikirin qanûnên pêwîst derxin û li ser vî esasî rêveber û xebatkarên girtîgehan perwerde bikin?
Di navbera 7’ê Hezîrana 2015 û 3’yê Îlona 2015’an de hejmara kesên rastî pêkanînên xerab hatine çendin? Di vê demê de hejmara girtî û hikûmxwarin dest bi greva birçîbûnê kirine çendin?”