Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

2’yemîn Kongreya Asayî ya BDP’a Konyayê sibê ye

2’yemîn Kongreya Asayî ya BDP’a Konyayê sibê ye

Rêxistina BDP’ya bajarê Konyayê sibê 2’yemîn Kongreya xwe ya asayî li dar dixe. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişana k jî dê tevlî bibe. Amadekariyên kongreyê bi dawî bûn û ji bo tevlîbûneke xurt bo kongreyê bang hate kirin.

Rêxistina BDP’ya Konyayê dê roja yekşemê saet di 14.30 de kongreya xwe pêk bîne. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê Mehdî Perînçek dê tevil bibin.

Beriya kongreyê Kişanak û şande ya pêre dê bi awayeke girseyî saet di 10.00 de were pêşbawazîkirin û dê biçe serdana Şaredariya Gulyazî ya BDP’ê. Piştre ji bo beşdarî kongreyê bibe dê vegere navenda bajêr.