2 welatiyên Rojava yên li Rihayê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan
2 welatiyên Rojava yên li Rihayê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan
2 welatiyên Rojava yên li Rihayê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan
Nabî Mihemed Salih û Baran Ahmet yên ji Rojava ku di şerên li Rojavayê Kurdistanê de giran birîndar bibûn û ji bo dermankirinê anîbûn Rihayê, li gel hemû hewildanan nehatin rizgar kirin. Her du kesên xelkê Rojava şevê din nexweşxaneya ku lê dihatin dermankirin de jiyana xwe ji dest dan.
Nabî Mihemed Salih û Baran Ahmet yên xelkê Rojava ku di şerên li gundê Susik yê girêdayî Bajarê Girê Spî yê Rojava de ku bi giranî birîndar bibûn, ji bo dermankirinê di 19’ê Îlonê de, di deriyê sinor yê Kobanê re anîbûn navçeya Suruç ya Riha yê. Piştre herdu birîndar hatin şandin nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê û li vir jî di beşa lezgîn de dihatin derman kirin. Her du welatiyên ji Rojava ji ber birînên wan ên ku gule li serê wan ketibû, li gel hemû hewildanan li nexweşxaneya ku lê dihatin derman kirin şevê din jiyana xwe ji dest dan. Îro piştî nîvro ji bo her du welatiyên Rojavayî piştî kar û barê otopsî wê di deriyê sinor yê Kobanê re bêne şandin Rojava.
Salman Ata yê ku pêş 15 rojan di ser Sêrêkaniyê re anîbûn Rihayê, ji bo emelyata çav hat şandin Servisa Çav ya Fakulteya Tiba Dîlokê.