2 karkerên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin wendakirin

2 karkerên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin wendakirin

Rejîma îslamî ya Îranê di zext û zilma xwe ya li ser Kurdande berdewam dike. Hate zanîn ku 2 karkerên Kurd dema ji herêma başûrê Kurdistanê vegeriyane Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rijîmê ve hatine girtin û heya niha aqubeta wan ne diyare.

Li gorî agahiyên bidest ketine, 2 karkerên Kurd yên bi navê Efşîn Nedîmî û Mêhirdad Seburî ku rewşa wan ya aborî nebaşbû ev demek bû li başûrê Kurdistanê kar dikirin. Di vegera mal ya herdû karkerên Kurd de li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, ji beriya heftiyek hatine girtin û heya niha ne sedemê girtina wan hatiye zanîn, nejî aqubeta wan diyare.