2’emîn Kongreya ji Rojnamevanan re Azadî sibe ye
2’emîn Kongreya ji Rojnamevanan re Azadî sibe ye
2’emîn Kongreya ji Rojnamevanan re Azadî sibe ye
Platforma ji Rojnamevanan re Azadî (GOP) di 105’emîn salvegera rakirina sansurê de dê sibe “2’mîn Kongreya Ji Rojnamegeran re Azadî” pêkbînin. Yekemîn kongre di 3’yê Gulana sala 2003’yan Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê pêkhatibû.
Li gel 93 rêxistinên pîşeyî ên di nava GOP’ê jî, dê nûnerên gelek rêxistinên rojnamevanan ên navnetewî tevlî bibin.
Serokê Federasyona Rojnamevanên Navnetewî (FIJ) Jim Boumelha, Alîkara Seroka Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) Nazdezda Azhgikhina, Şêwirmendê Azadiya Çapemeniyê ya Enstîtuya Çapemeniya Navnetewî (IPI) Steven Ellis, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Medyaya Ewropa û Rojhilata Navîn (SEEMO) Olîver Vujovîc, Nûnerê Buroya Ewropayê yê Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) Johann Bihr, Alîkarê Serokê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Rob Mahoney, ji Yeketiya Parastina Navnetewî (IPA) Jose Borghino û Alîkarê Serokê PEN ya Navnetewî Eugene Schoulgin dê di vekirina kongreyê de bi axivin.
Li gel rojnamevanên têne darezandin, malbat û parêzerên rojnamevanên girtî, her wiha rojnamevanên hatine tahliyekirin jî dê tevlî kongreyê bibin.
Weke din di kongreyê de rojnamevanên ji kar hatine avêtin û pisporên torên civakî jî cih bigirin.
Kongre dê bi qebûlkirina encamnameyê bidawî bibe û Serokatiya Demê yê GOP’ê dê ji cihê peywendîdar re bişîne.
Kongre sibe dê di demjimêr 09:00’an de li Otela The Marmarayê destpê bike. Piştî kongreyê Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) dê merasima xelatên “Azadiya Çapemeniyê” bilav bike.