188 bombe hatin bêbandorkirin

188 bombe hatin bêbandorkirin

Li Iraqê, di êrîşên bombeyî yên di nava çend rojên dawî de hatin kirin, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Di xebat û operasyonên hêzên ewlekariyê yên Iraqê de, 188 bombeyên ji bo teqandinê amade di nava 24 saetan de hatin bêbandorkirin.

Li Bexdayê, di êrîşên bombeyî yên çend rojên dawî de nêzî sed kesî jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonê ya Bexdayê de, li herêma navîn û başûrê bajêr, 188 bombeyên ji bo teqandinê amade hatin dîtin û bêbandorkirin. Di çarçoveya operasyonê de 9 cihên ji bo êrîşan dihatin bikaranîn, hatin hilweşandin. Hat ragihandin ku di operasyonê de hejmarek zêde çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê dan xuyakirin ku di operasyonên li Dewanim û Sebîborê de du kesên hatibûn revandin hatin rizgarkirin û komeke tê îdîakirin ev kes revandiye, hat girtin.