172 endamên darazê hatin binçavkirin

Di nav çarçoveya operasyonên ‘’hewldana darbeyê’’ de ku li Sêrt û Çûkûrovayê dest pê kiribû li Edene, Hatay, Osmaniye, Antalya û Sêrtê di nav de leşker, polîs, dadger û dozger jî heyî 172 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna piştî hewldana darbeyê de, li Entalyayê 37 kes hatin binçavkirin ku 2 ji van dozger û 25 ji van jî dadger in. Li Hatayê jî Fermandarê Tugaya Piyade a Mekanîze û Garnîzna 39. Tuxgeneral Hasan Polat û 3 Serhengên Serkan, 1 serpêlê pîlot, 1 serpel, 3 berbaz û 1 amîrê emniyetê, 1 komîser û li gel van li Antakya, Samandag, Altinozu û Yayladgê 18 dadger û dozger hatin binçavkirin.

MÊRSÎN

Di operasyonên Mêrsînê de Fermandarê Garnîzonê û Herêma BehraSpî Tuxamîral Nejat Atîlla Demîrhan û Midûrê Emniyitê yê asta 3. Hasan Basrî Dagdelen û 30 dadger û dozger hatin binçavkirin. Di operasyonên vê sibehê de jî di nêv de dozger û dadger û polîs û leşker bi tevahî 32 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkiin li Şûbeya Midûrîyeta TEM’ê ya Mêrsînê heya niha 62 kes hatine binçavkirin.

OSMANIYE

Di nav çarçoveya lêpirsînê de li Osmaiyê Midûrê Emniyê ye di asta 4. de Mehmet Unal jî di nav de 4 dadger û dozger hatin binçavkirin û der barê 8 dadger û dozgeran de jî biryara binçavkirinê heye. Li Edeneyê jî diyar bû ku 27 dadger û dozger hatine binçavkirin û ew birine Enqereyê. Hate gotin der barê 43 dadgeh û dozgeran de biryara binçavkirinê heye.

SÊRT

Li Sêrtê jî 5 dadger û 5 dozger hatin binçavkirin û der barê 3 endamên darazê de lêgerîn heye.

Li gorî fermanda Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ji hêla ekîbên Midûrîyeta Emniya Bajêr ve şevê din 5 dadger û dozgerên ku li mala wan hate gerîn hatin binçavkirin. Hate gotin ku hê li 3 endamên darazê digerin. 10 endamên darazê piştî xebatên ku li emniyetê qediyan bi hinceta ku ‘’ketine hewldana darbeyê’’ bi daxwaza ku werin girtin şandin dadgehê.