16 endamên komeleya Elewiyan PSAKD hatin girtin

Li Erzinganê ji 16’ê Adarê û vir ve 16 endam û rêveberên Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal hatin girtin.

Polîsên Tirkiyeyê ji  16’ê Adarê û vir ve endam û rêveberên Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) dike hedef. Di van operasyonan de 16 kesên ku hatibûn binçavkirin, piştre hatin girtin. Alîkarê Serokê Giştî Erol Yeter û Rêveberê Şaxa Erzinganê Akın Demir jî hatin girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal a Erzinganê Salih Ürü diyar kir ku endam û rêveberên wan bi hinceta ku ‘alîkarî dane rêxistinê’ hatine girtin û ew vê girtinê qebûl  nakin. Ürü got ku, “Li herêmê tevî saziyên sivîl ên civakî em li ser baweriya Elewîtiyê xebatên xwe dikin. Hemû hevalên me ji ber van xebatan hatin girtin. Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin em li ser Elewîtiyê xebatan nekin.”