15'ê Tebaxê li her derê hat pîrozkirin

15'ê Tebaxê li her derê hat pîrozkirin

29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê bi dehan navendan bi girseyî û coş hat pîrozkirin.

GIMGIM

Li navçeya Gimgima Mûşê di çarçoveya pîrozbahiyên 10'emîn Mîhrîcana Girê Koxê de 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin. Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, berdevka Meclisa Jinan ya BDP'ê Pelîn Yilmaz û Necla Yildirim, rêvebirên BDP'ê û bi qasî 15 hezar kes tevli pîrozbahiyê bûn. Li Qada Mîhrîcanê û avahiyan derdoran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz, Rustem Cûdî, Xebat Dêrik, Sakîne Cansiz û Kadîr Çelîk û alên KCK, PKK û YPG'ê hatin daliqandin. Her wiha li qadên pankartên 'Em 1'emîn Şoreşa Rojava silav dikin', 'Şehîd namirin', hatin daliqandin. Hunermendên Navenda Çandê ya Serhatê, Navenda Çandê ya Mordem derketin ser dikê û stranên berxwedanê stirîn. Di saet 21:00'an de fîşengên hewayî hatin teqandin û girseyê bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî PKK', 'Şehîd namirin' berzkirin. Sirri Sakik anî ziman ku kurdên Başûr, Bakur, Rojava û perçeyên din tenê nîn in. Piştî axaftina Sakik li ser navê ciwanan, ciwanekî serçavê wî girtî axivî û da zanîn ku ciwan dê di pêvajoya ku ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin de peywira xwe bînin cih.Şahî bi stranên hunermend Kadîr Çat û Koma Xelîkan bi dawî bû.

GEVER

Li navçeya Geverê 15'ê Tebaxê bi meşa meşaleyî û şahiyê hat pîrozkirin. Bi hezaran welatî li nêzî girtîgeha berê hatin cemhev û heta ber Otela Osloyê meşiyan û piştre ji bo şahiyê derbasî Parka Musa Anter bûn. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz, alên KCK, PKK'ê hatin hilgirtin. Li Parka Musa Anter piştî deqeyek rêzgirtinê govend hatin gerandin û fîşengên hewayî hatin teqandin. Polîs mudaxaleyî ciwanan kir, ciwanan li ser riya Şemzînanê hatin gelhev, barîkat danîn. Di navbera polîs û ciwanan de bi saetan pevçûn derketin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li kirê Gilîdaxê komek endamên HPG'ê 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Li kirê Gilîdaxê agir hat pêxistin, fîşengên hewayî hatin teqandin û heta derengiya şevê pîrozbahî berdewamkirin. Li navenda navçeyê welatiyan pîrozbahiya li kir temaşe kirin. Her wiha tûrîstên ku ji bo derkevin Gilîdaxê hatibûn Bazîdê şahî qeydkirin.

NORŞÎN

Li navçeya Norşîna Bedlîsê, 15'ê Tebaxê li Meydana Roboskê hat pîrozkirin. Parlamenterê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, rêvebirên BDP'ê û bi hezaran kes tevli şahiyê bûn. Li qadê posterên Ocalan û pankartên "29'emîn Vejîna 15'ê Tebaxê pîroz be", "Bi rihê pêngava 15'ê Tebaxê şoreşa Rojava pîroz dikin" hatin vekirin. Li qadê wêneyê 15 endamên jin yên HPG'ê ku di sala 2012'an de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin. Bênavber dirûşmên; "Bijî Serok Apo", "Bijî 15'ê tebaxê", "Bijî YPG" hatin berzkirin. Serokê BDP'a Norşînê Hakan Tadîk û parlamenter axivîn û balkişandin ser girîngiya 15'ê Tebaxê. Şahî bi stranên hunermendên herêmî, berzkirina dirûşman, govendan bi dawî bû.

SARUHANLI / TURGUTLU

Li navçeyên Saruhanli û Turgutluyê yên Manîsayê bi şahiyan 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin. Li Saruhanliyê bi sedan welatî li ber avahiya BDP'ê hatin cemhev û bi rêzgirtinê şahî destpêkir. Serokê BDP'a Saruhanliyê Ahmet Ertaş da zanîn ku ji bo kurdan 15'ê Tebaxê tê wateya ji nû ve vejînê. Piştî axaftinan ciwanan meşeke meşaleyî lidarxistin. Li Turgutluyê şahî li Salona Dawetê ya Şaredariyê hat lidarxistin. Endamê meclisa partiyê ya BDP'ê Hamdullah Muftuoglu diyar kir ku 15'ê Tebaxê roja vejînê ye 3u piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandin û govend hatin gerandin.

EDENE

Bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê li taxa Daglioglu ya navçeya navendî ya Seyhanê şahî hat lidarxistin. Polîsan dora şahiyê dorpêçkirin û qada şahiyê bi alên BDP'ê û pankartan hat xemiladin. Bi hezaran kes tevli şahiyê bûn û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berzkirin. Serokê BDP'a Seyhanê Hazim Yalçin di axaftina xwe de jiyana Mahsum Korkmaz vegot û Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak balkişand ser pêvajoya çareseriyê û xwest dewlet daxwazên Ocalan bîne cih. Şahî bi govend gerandinê û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ENQERE

Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê bi boneya 15'ê Tebaxê û komkujiyên li hember gelê Rojava pêktên şermezar bikin ji Parka Haci Bektaş Velî heta meydana Tuzluçayir meşa meşaleyî lidarxistin. Hevserokên rêxistina BDP'ê ya Enqereyê 'Ahmet Aday, Bedriye Irmak û gelek kes tevli meşê bûn. Di meşê de pankarta "Em bi ruhê 15'ê tebaxê şoreş û berxwedana Rojava silav dikin" hat vekirin û bênavber dirûşmên; "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Li meydana Tuzluçayirê rêz hat girtin. Welat li ber muzîkê heta derengiya şevê govend gerandin.

MENEMEN

Li navçeya Menemen ya Îzmîrê ji aliyê rêxistina BDP'ê ya Menemenê ve 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin. Beriya şahiyê welatiyan meş lidarxistin û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG'ê" berzkirin. Serokê BDP'a Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu bakişand ser girîngiya 15'ê Tebaxê û komkujiya Rojava şermezar kir. Her wiha 13 endamên meclisa ciwanan ya BDP'a Bucayê ji bo tevli şahiyê bibin rêketin û di rê de wesayîta wan hat rawestandin û hatin binçavkirin.

SULTANGAZÎ

Rêxistina BDP'ê ya Sultangaziyê bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê li Parka Şehîr ya Gaziyê şahî lidarxist. Endamên meclisa partiyê yên BDP'ê, hevserokê BDP'a Stenbolê Emrullah Bingul û bi hezaran kes tevli şahiyê bûn. Di şahiyê de fîşengên hewayî hatin teqandin, bênavber dirûşmên; "Bijî berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Şahî heta derengiya şevê berdewamkir.

SANCAKTEPE

Li Sancaktepeya Stenbolê li Qada Mîhrîcanê, bi boneya pîrozbahiya 15'ê Tebaxê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de pankarta ''Bi rihê 15'ê Tebaxê em xweseriya demokatik pîroz dikin'' hate vekirin û sloganên ''Bijî Serok Apo'', ''Bijî berxwedana YPG'' hatin berzkirin. Şahiya bi rêzgirtinê destpêkir, stranan bi dawî bû.

BAGCILAR

Rêxistina BDP'ê ya Bagcilara Stenbolê li taxa Demîrkapiyê şahiyek lidarxist. Şahî bi tevlibûna sedan kesî pêk hat. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneya pêşengê PKK'ê Mahsûn Korkmaz (Egîd) hatin vekirin. Beriya şahiyê endamên YDG-H'ê meşek lidarxistin.

BURSA

BDP'a Bûrsayê li ber nûnertiya Cumalikizik a BDP'ê bi heman armancê şahiyek lidarxist. Qada şahiyê ku bi sedan kes tevlibûne ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hate dorpêçkirin. Meclîsa Ciwanan a BDP'ê di şahiyê de daxuyaniyek da û 15'ê Tebaxê pîroz kir.

ÎSKENDERUN

Li Navçeya Îskenderuna Hatayê jî bi heman armancê ji aliyê BDP'ê ve şahiyek hate lidarxistin. Şahî li ber nûnertiya BDP'ê ya taxa Buluttepe hate lidarxistin. Di şahiyê de stran hatin gotin û goven hate gerandin. Di dawiya şahiyê de fîşekên hewayî teqandin.

ŞIRNEX

Bi heman mebestê li Şirnexê jî ji aliyê BDP'ê ve şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên PKK'ê hatin vekirin. Piştî ku girseyê dest bi govendê kir, polîsan jî bi bombeyên qazê û ava şid mudaxale li girseyê kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî bersiv da polîsan. Di dema pevçûnan de wesayitek polîsan ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê jî ji aliyê BDP'ê ve li taxên Sur û Yafesê şahî hate lidarxistin. Bi sedan welatî bi kincên gelekî tevli çalakiyê bûn û ji bo Ocalan û PKK'ê slogan berz kirin. Piştî ku agir hate pêxistin û govend hate girtin, polîsan bi bombeyên gazê û TOMA'yan mudaxale li çalakiyê kir. Li ser bersiva ciwanan li vir jî wesayîtek polîsan bi molotofan hate şewitandin. Piştî ku ava TOMA'yan qediya, hate dîtin ku wesayîtên îtfaiyeyê ya Şaredariya Cizîrê teqwiyeya avê daye polîsan. Li navçeyê pevçûn heta derengî şev dewam kir.

ÊLIH

BDP'a Êlihê bi boneya pîrozkirina 29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê û pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bo ku hikûmet gavan biavêje li Parka Ataturkê şevekî çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de parlamentera BDP'a Êlihê Ayla Akat Ata, endamên Meclisa BDP'ê, rêveberên BDP'a bajar û navçeyan, HDP, MEYADER, rêveberên KURDÎ-DER, xebatkarên Navenda Çandê ya Bahar, aktivîstên DOKH'ê, endamên Ciwanên Meclisa BDP'ê ya Êlihê, aktivîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes cihê xwe girtin. Di çalakiyê de her wiha sînevîzyona ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde nirxandina 15'ê Tebaxê dikir û gerîlayên ku di demên cuda de şehîd ketine hat nîşandan. Di çalakiyê de parlamentera BDP'a Êlihê Ayla Akat Ata axivî. Akat diyar kir ku bi pêngava 15'ê Tebaxê polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd dihat meşandin hatiye astengkirin. Li ser navê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî Meyaser Akdağ axivî û da zanîn ku ew dayikên aştî û wekheviyê ne û wiha got: "Em wekî dayik her tim amadene kul i hemberî şer xwe bikin mertalên zindî."

QÛBÎN

Li navçeya Qûbîn a Êlihê jî ciwanên welatparêz bi teqandina fîşekên hewayî pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Hat diyar kirin ku çalakiya ciwanan heta derengiyê şevê berdewam kiriye.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê BDP'a Nisêbînê ve dibin çarçoveya kampanyaya 'hamleya çareseriya demokratîk' ve li Parka 100. Yilê ji bo şevekî çalakiya 'nobeta çareseriyê' hatibû destpêkirin. Ji bo destekirina nobetê çareseriyê bi pêşangiya endamên Meclisa Ciwanan a BDP'a Nisêbînê çalakiyeke girseyî heta cihê konê hat lidarxistin. Di meşê de ji aliyê girseyê ve posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Egîd), alên PKK'ê û pankartên ku li serê '15'ê Tebaxê pîroz be' , '15'ê Tebaxê roja vejînê li gelê kurd û kurdistaniyan pîroz be' , 'Ji pêkanînên tiryak, fihûş, sixurkirin û pişaftinê re dawî' , 'Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye' û 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye' dinivîsîn hatin vekirin. Di meşê de bê navber dirûşmên 'Ocalan' , 'Bijî Serok Apo' , 'YPG' , 'Bijî berxwedana YPG' , 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan' hatin berzkirin. Beriya ku şahî destpê bike ji bo şehîdên şoreşê deqeyeke rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê şahiya 15'ê Tebaxê bi sirûda 'Çerxa Şoreşê' dest pê kir. Di şahiyê de Hevserokê BDP'a Nisêbînê Abdulbarî Eren axivî û da zanîn ku bakurê Kurdistanê niha di pêvajoya avakirina jiyana azad de ye û wiha got: "Di heman demê de gelê Rojava din ava şoreşê de ye. Li rojavayê Kurdistanê gel xweseriya demokratîk ava dike. Ji ber van sedeman em Cejna Vejînê ya gelê xwe yê Rojava silav dikin û pîroz dikin. Piştî axaftinan çalakiya nobetê ji aliyê BDP'a Nisêbîn, Midyat, Kerboran, rêveberên navçe û bajar, şaredarên herêmê, endamên meclisa şaredariyê, aktivîstên DOKH, aktivîstên Însiyatîfa Dayikên aştiyê, MEYADER, KURDÎ-DER, TUHAD-DER û xebatkarên Meclisa Jinan a Bajar ve hat berdewamkirin. Çalakiya nobetê bi daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê BDP'a Nisêbînê Abdulbarî Eren ve hat kirin bi dawî bû.

DÎLOK

Ji aliyê BDP'a naveçeyê Şehîtkamîl a Dîlokê ve bi boneya 29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê, li Bazara Çarşemê ya taxê bi şahiyeke hat pîrozkirin. Di şahiyê de endamê Meclisa BDP'ê, Hevserokên BDP'a Dîlokê Bedran Fermanoglu û Semra Şansal, serokê BDP'a navçeyê Tahrî Altug û gelek welatî cihê xwe girtin. Li cihê ku li wir şahî hat lidarxistin pankartên ku li serê 'Li Rojava komkujî heye' , 'Em Şoreşa Rojava silav dikin' dinivîsî hat vekirin û bê navber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' , 'Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne' , 'Şehîd namirin' û 'PKK gel e gel li vir e' haqt berzkirin. Şahî ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê komeke ciwan di destê wan de bi meşaleyan hatin cihê şahiyê. Di şahiyê de endamê Meclisa BDP'ê Nîhat Akdogan axivî. Akdogan anî ziman ku bi derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê riya siyasetê li kurdan hatibû girtin, bi vê yekê re kurd xwe re riyeke çêkirin û ew rê jî 15'ê Tebaxê ye." Şahî bi teqandina fîşekên hewayî heta derengiyê şevê berdewam kir.

DÊRSIM

Bi minasebeta 29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê bi sedan kes ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşeke lidarxist. EMEP, ESP, HDP, HDK û aktivîstên KESK'ê jî piştgirî dan meşê. Di meşê de bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'PKK gel e gel li vir e' hatin berzkirin. Dema girseyê gihîşt Qada Seyîd Riza, Huseyîn Tunç ku Berdevkê HDK'a herêmê ye axivî û destnîşan kir ku gelê li rojavayê Kurdistanê têkoşîna vejînê dide. Piştî Tunç Hevserokê BDP'a Dêrsimê Ergîn Dogru axivî. Dogru da zanîn ku agirê ku di 15'ê Tebaxê de hat pêxistin her ku diçe azad dibe û geştirdibe. Piştî axaftinan bi sedan kes govend girtin. Di dema êvarê de jî fîşekên hewayî hatin teqandin û şahî heta derengiyê şevê berdewam kir.

QOSER

Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê li Parka Engîn Sîncer nobeta konê hat kirin. Di nobetê de BDP'a bajar û navçeyan, rêxistinên saziyên sivîl, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk û bi sedan kes cihê xwe girtin. Li cihê konê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandar Mahsum Korkmaz (Egîd) hat vekirin. Şahî ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat kaymaz axivî. Kaymaz destnîşan kir ku divê hemû gelê kurd xwedî li gelê xwe yê li Rojava derbikeve.

AGIRÎ

Ji aliyê BDP'a Agiriyê ve bi minasebeta 29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê li Kolana Cezaeviyê bi tevlibûna hezaran ve şahiyeke hat lidarxistin. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandar Mahsum Korkmaz (Egîd) hat vekirin. Ji aliyê girseyê ve her wiha dirûşmên wekî 'Bijî Serok Apo' , 'Bijî berxwedana Rojava' , 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Dê Kurdistan bo faşîzmê bibe goristan' hatin berzkirin. Şahî heta derengiyê şevê berdewam kir.