14 kesên di operasyona Gulsûyû de hatin binçavkirin hatin girtin
14 kesên di operasyona Gulsûyû de hatin binçavkirin hatin girtin
14 kesên di operasyona Gulsûyû de hatin binçavkirin hatin girtin
Li Maltepe ya Stenbolê, 14 kesên ku hat ragihandin di operasyona li dijî "Çeteya Gulsûyû" ya li taxê narkotîkê difiroşe û bi zorê pere ji dikandaran distîne hatin binçavkirin, hatin girtin.
14 kesên di operasyona 30'ê Îlonê ya tê gotin li dijî "Çeteya Gulsûyû" ji aliyê Muduriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Tawanên Organîze hatin binçavkirin, hatin girtin.
"Çeteya Gulsûyû" ku bi firotina narkotîk û wergirtina pereyan bi zorê ji dikandaran tê tawanbarkirin û gelek caran li dijî xwepêşandanên protestoyî êrîşên çekdarî kir. Herî dawî di meşa 29'ê Îlonê ya li dijî çeteyan de, çeteyê êrîş kir û di encamê de Hasan Ferît Gedîk jiyana xwe ji dest da.
Ji 22 binçavkiriyan 5 jê, piştî lêpirsîna li emniyetê serbest hatin berdan, 17 jê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 17 kesan 14 kes, bi tawana "hewldana mêrkujiyê, zordarî û dijwarî, bi zanebûn birîndarkirina mirovan, talan" hatin girtin. 14 kesên hatin girtin, li Girtîgeha Metrîsê hatin bicihkirin.